'Jinûve avakirin didome piştevaniyê mezin bikin'

09:03

JINHA

WAN - Bi hatina sermayê re li bajarên ku hatin hilweşandin xebatên ji nûve avakirinê bil ez didomin. Şaxa Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava ya Wanê banga ji bo gel dubare kir û got divê demildest alîkarî bên kirin.

Piştî rêveberiyên xweser hatin îlankirin dewletê êrîşên giran li van bajaran pêk anîn. Alîkariyên ji bo Gever, Nisêbîn û Şirnexê bi pêşengiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava didomin. Ji b ovan bajaran bi hatina zivistanê re lez dan xebatan.

Hevsreoka Şaxa Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya Rojava ya Wanê Şengul Bozdemîr got li Serhedê zivistan dijwar derbas dibe û anî ziman ku ji bo avakirina Geverê divê gel bi hestiyar nêz bibe.

'Divê em nava 26 rojan de malan teslîm bikin'

Şengulê diyar kir ku li Geverê pêvajoya înşakirinê didome û wiha berdewam kir: "Sermayê dest pê kir. Em pêvajoya avakirina Geverê ji serî de dişopînin. Li pêş me 25-26 roj heye. Di van rojan de wê 700 xanî temem bibin. Di hefteyekê de 12 hezar pîrket, 300 torbe çîmento, 150 kutî boyax û 395 sac hatin şandin. Li geverê 750 xaniyên bi xesar hene. Emê wan nû bikin."

'Konên me şûnde şandin'

Şengulê diyar kirku xebatên wan yên berê li ser xurekê bûne û got: " Bi hatina sermayê re mel ez da avakirinê. Em hewl didin mezintir bikin. gel di konan de dimîne. Kon ne li gorî zivistanê ne. Em ji bo vê li bende hesityariya gelê Wanê ne. Me kon şandin Şirnexê lê dewletê şûnde şand. Li Êlihê tên payîn."

(db/hu)