'Armanca êrîşan veşartina rastiyê ye'
09:04
Ronîda Hacî /JINHA
HESEKÊ- Koordînasyona radyoyan Sozda Ehmed têkîldarê êrîşên ser 23'ê televîzyon û radyo yên li bakûrê Kurdistanê nirxandin kir û got ku dewleta Tirkiyeyê bi zext û êrîşên dixwaze rastiyê ji raya giştî veşêre.
Li ser biryara KHK'ê weşanên Med-Nûce, TV 10, Zarok, ÎMC, Hayatın Sesî, Jiyan, Azadi, Ozgur Gun, Denge, Van, TV, radyoyên wekî Gun, Ozgur û Ses, Dunya, Karacadag, Ozgur Guneş, Rengîn û Dogu jî di navde 12 televîzyon û 11 radyo hatin girtin. Derbarê êrîş û zextên ser raghandinê Koordîınasyona radyoyên Kantona Cizîrê Sozda Ehmed diyar kir ku, serkeftin û rêxistinbûna gelê kurd wek metirsiya herî mezin a Serokomar Erdogan û got ku, ew êrîşên ser çapemeniya azad bi tundî şermezar dikin.
'Di salên 90'an de jî rojnamevan hatin qetilkirin, girtin û îşkencekirin'
Sozdayê destnîşan kir ku dewleta tirk ne cara yekeme êrîş û zext li hember çapemeniya azad pêk tîne û wiha axivî: "Di salên 1990'an de jî rojnamevan hatin qetilkirin, girtin û îşkence kirin. Dijminahiya dewletê ji bo kurdan herî diçe zêdetir dibe. Ji ber gelê me li Rojava û herêmê serkeftinên mezin bi dest xist, ev metirsiya herî mezin ji bo tirkiyeyê ye."
'Armanca êrîşa ser çapemeniyê veşartina hovîtî û komkujiyane'
Sozdayê da zanîn ku xebata raghandina azad yên bihîstyarî, nivîskî û dîtbarî bandoreke mezin li ser ronîkirina civakê dike û wiha domand: "Xebatên ragihandinê xebateke herî bi sîstem û bi bandor e li ser civakê. Bi taybet di pêvajoya ku dewleta Tirkiyeyê li herêmên xwerêveberinê li Cizîrê, Sûrê, Nisêbîn, Şirxen û Geverê komkujî pêk anîbû çapemeniya azad rolek mezin girt ser milên xwe û ji tevahî cîhanê re rastiyê raghand. Bêguman ev ji bo dewleta Tirkiyeyê metirsî ye. Ji ber rastî derdikevin holê. Lewre ji bo rastî veşartî bimîn û aşkere nebin, êrîş li ser çapemenî û ragihandina azad û muxalîf dikin. Ragihandinên hatine girtin jî tev derbarê gelê kurd û beşên bindest weşana rast dikin. Dewleta Tirkiyeyê nikare ji pirsgirka kurd re çareserî bibîne, tenê serî li êrîşan dide. Ev êrîşa li ser ragihandinê jî bi armanca ku komkuj, qirkirin û hovîtiyên xwe veşêre tê kirin."
Sozda di dawiyê de jî ji tevahî hevkarên xwe yên di ragihandinê de cih digrin serkeftin xwest û ev tişt li gotina xwe zêde kir: "Mafê her beşa civakê ye ku bigihîje rastiyê heye. Em ê jî bi vê ferasetê rastiyê ragihîn in. "
(en/rc)