Jinên Mexmûrê: Bila tecrîd bi dawî be û Rêberê me azad bibe

09:05

Şengar Biradost /JINHA

MEXMÛR - Jinên Maxmûrê diyar kirin ku, Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û gelê kurd bi têkoşîn û berxwedana komploya 9'ê Cotmehê pûç kirine û gotin: "Serokê me Serokek neteweyî ye. Nûnerê tevahî mirovahiyê dike. Divê bê şert û merc bê azadkirin."

Li ser Komploya 9'ê Cotmehê ya ku bi aweyek plankirî li hember Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pêk hatiye 18'e sal bihorî. Jinên ku ti car tecrîd û dîlgirtina Abdullah Ocalan napejrînin diyar kirin ku, komplo bi têkoşîn û berxwedana gel têk çûye. Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) komploya 9'ê Cotmehê bi tundî şermezar kirin û diyar kirin ku ew dixwazin tecrîd bi dawî bibe û Abdullah Ocalan azad bibe.

'Tu caran me vê komployê nepejrand'

Jina bi navê Helîme Mihemed diyar kir ku ew di sala 94'an de ji ber zilma dewletê koç kirine û wiha got: "Ji ber zilm û êrîşa dewleta Tirkiyeyê me çar cihan guhert. Piştre li ser Rêbertiya me komployek navneteweyî pêk anîn. Tu caran me vê komployê nepejrand. Serokê me Serokek neteweyî ye. Nûnera tevahî mirovên bindest dike. Rêber Apo bêy ku ferq û cudahî bixe navbera gelan de têkoşînek mezin ji bo gelan kir. Em komployê bi tundî şermezar dikin. Em tevahî hevkarên komployê mehkûm dikin. Dexwa me ew e ku tecrîd bê rakin û bêy şert û merc Rêberê me azad bê berdane."

'Ji bo têkbirina kompoyê dê têkoşîna me bidome'

Xanim Hecî jî bi lêv kir ku, piştî dîlgirtina Abdullah Ocalan jiyana wan tev dijwartir bûye û wiha axivî: "Rêbertiyê me 2 salin di bin tecrîdê de tê ragirtin. Em komployê şermezar dikin. Ji bo têkbirina komployê dê têkoşîna me berdewam bike."

(rc)