Girtiyên jin di 'jiyana nû de' komunê esas digirin

09:08

JINHA

MÊRDÎN - Jiyana komunal li girtîgehê ji aliyê jinan ve dikeve jiyanê. Li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê girtiyên jin jiyana komunal ava kirin û gelek bernameyên hunerî pêk tîne û ji tinebûnê hebûnê diafirînin.

Tevî hemû zor û zehmetiyan li girtîgehan jin jiyana alternatîf diafirînin. Hunermenda Kurd Nudem Durak ya li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê dimîne dersên sazê dide. ji bo vê jin qeydên xwe dikin. Evîn Dumana dixwaze tevlî qursê bibe got: "Min li derve faliyetên çand û hunerî dimeşand. Min li Nisêbînê li Navenda Çanda Mîtanî dersên reksê girt. Ez dixwazin di hunerê de xwe pêş bixînim."

'Berxwedanê xêz dikin'

Bi pêşengiya rojnameger-wênexêz Zehra Doganê re atolye hat vekirin û girtî her roj saet di navbera 07.00 û 18.45'an de li hewadankê wêneyan xêz dikin. girtî her wiha li dîwarê hewadankê jî wêneyan xêz dikin.

Girtiyên ji kaşilê portekalê rîçal çêdikin û her wiha ji dendikên zeytunê jî morîkan çêdikin. Jin bi erziyê bend lê derbas dikin û piştre bi hinê rengîn dikin. piştre ji bo biriqînê jî di rûnê zeytûna de dikin. her wiha ji dendikên alûce, mişmiş û şeftaliyê jî tiştên cuda tên çêkirin.

Xwarinan diguherin

Girtiyên ku êdî ji xwarinên ku ji wan re tên eciz bûne, li gorî xwe diguherin. Girtî bi taybet şîraniya bi navê Nanê Şapli çê dikin. nanê somun li ber rojê didin payîn û piştre dikin wek ard û di semawerê de sor dikin piştre şîr û sarele tê hilandin. Piştre tevlî nan dikin û wek guzan yek bi yek li hev kom dikin.

'Me jiyana komunal ji rêberê xwe hîn kir'

Girtiya bi navê Leyla Şahîn ku ji 2011'an de ye di girtîgehê de got : "Me jiyana komunal ji rêbertiya xwe hîn kir. Em mîrateya wî bi layîq tînin cih. Jiyana komun hewcedariya ahlaqê şoreşgere. Em sêvekî li 45 parçeyan parve dikin."

(zd/hu)