Li dirûşmê cezayê ‘FETO’î’ rehetsiz’ bûne
11:15
JINHA
AMED – Ji jinê li girtîgeha Tîpa E ya Amedê dimînin re ji ber ku di 15’ê Tebaxê de di şahiya moral ku li dar xistin de dirûşim avêtine di çarçoveya “Cezayê ragihandin û agahdarkirnê” de doz hat vekirin. Hinceta vekirna dozê jî nerazîbûna girtiyên FTO’î hat nîşandan.
Ji 50 girtiyên jin yên ku li girtîgeha Tîpa E ya Amedê dimînin re ji ber ku roja 15 Tîrmehê di şahiya moral ya ku li dar xistin de ji ber ku dirûşim avêtin doz hat vekirn. Hinceta doza ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve di çarçoveya “ Cezayê ragihandin û agahdarikirinê” de hat vekirin wekî hincet nerazîbûna girtiyên FTO’î hat nîşandan. Hat aşkerakirn ku doz dê di 21’ê cotmehê de li adliyeyê bê dîtn. Le ji ber îtîraza girtiyan hat diyarkirn ku dê dozger biçe li gigirtîgehê îfadeya wan bigire. Her wiha hat diyarkirn ku ger doz erênî bi encam bibe dê fafên girtiyan yê ragihandin û agahdarkirinê ji destê wan bê giritin.
Pêkanînên OHAL’ê
Di nameya ku ji aliyê girtiyên jin ve der barê binpêkirna mafande hat şandin de hat aşkerekirin ku di çarçoveya OHAL’ê de li girtîgeha Amedê ya Tîpa E mafê axaftina bi telefonê yê girtiyan ji heftê carekê daxistine ji du hefteyan carekê, hevdîtina vekirî jî bûye ji 2 mehan cerekê û ji bo hevdîtna ku dikaribûn bi 3 kesan re bikin jî tenê ji xizmên wan yê herî nez dikarin bi kesekî re hevdîtnê bikin.
(sg-ma/dk/mk)