10 Cotmehê roja têkoşîna hafizaya civakî ye’

12:32

JINHA

ENQERE – Di salvegera yekemîn ya 10’ê cotmehê de, jinan diyar kir ku divê têkoşîna ji bo aştî û demokrasiyê bê berdewamkirn û ev tişt gotin: “ 10’ê Cotmehê roja têkoşîna hafizaya civakî ye. Divê ku tenê li bîranîna kesên hatin qetilkirn xwedî neyê derketin û divê ku li têkoşîna wan jî xwedî bê derketin. Em bang her kesî dikin ku bên ber îstasyona trenê ya Enqereyê.”

‘Roja têkoşîna hafizaya civakî ye’

Hevseroka KESK’ê Şaziye Kose diyar kir ku ew di salvegera komkujiya 10’ê Cotmehê ya ku hîn nehatiye ronîkirn de ne û wiha got: “ Me di 10 Cotmehê de daxuyanî da û em di daxuyaniya xwe de israr dikin. 10 Cotmehê têkoşîna hafizaya civakî ye. Em ê destûrê nedin ku ev hişmendiya civakî têk biçe û ev komkujî bê jibîrkirn. Her wiha em ê destûrê nedin ku komkujiyen; Enqere, Amed û pirsûsê bên jibîrkirin. Em bang li hemû kesî dikin ku bên ber îstasyona trenê ya Enqereyê.”

‘Ji bo xedîderketina li têkoşîna wan werin ber îstasyona trenê ya Enqerê’

Seroka Giştî ya DÎSK’ê Arzû Çekezoglû jî got ku komkujiya di 10’cotemhê de li Eqereyê pêk hat komkujiya herî mezin a ku di dîroka Tirkiyeyê de pêk hatiye ye û ev axaftin kir: “ Berî îro bi salekê bi hezaran kes bi daxwaza aştî û azadiyê hatin Enqerê. Divê ku em vê baş bizanibin mîtînga 10 cotmehê berhhema kesên ku di 7’ê hezîranê de di hilbijartinan de bi ser neketin û xeyalên wan yên dîktatoriyê têk çûnin e ku di 5 hezîranê de bi bombeya ku di nav gel de teqandin pêvajoya şer dest pêkirn. Bi hezaran kes ji çarhêlên Tirkiyeyê de hatin enqereyê hatina gele hev ya bi vî rengî beriya 1’ê mijdarê ji bo Tirkiyeyê girîng bû. Îktîdara siyaysî ya ku ev hêza muxafîf dît 10 Cotmehê din ava xwînê de hişt.”

Parlamentera HDP’ê ya Stenbolê Fîlîz Kerestecîoglû jî got ku vegotina 10 cotmehê zamete û axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Em bahsa komkujiyeke ku bi sendan kes tê de hatin kuştin dikin ku ev kes bi daxwaza aştiyê hatibûn gel hev û ji bo vê daxwaza xwe mîtîngeke amade kiribûn. Lê mirovên me dostên me ji bo ku şer bê destpêkirin hatin kuştin. Ji bo ku mirov bê tirsandin û her şer bixwazin mirovên aştîxwaz hatin qetilkirn. Lê ji kesên ku ji bo aştiyê hatin qetilkirin re soza me ya ku em aştî û azadiyê bînin vî welstî heye. Jİ bo vê em bang her kesî dikin ku bên ber îstasyona trenê ya Enqerê.”

(he/sy/mk)