Heskirina mêr li Didimê dayik-keç qetilkir

13:52

JINHA

AYDIN – Li Didim'ê mêrê bi navê de Nazmi Z hevjîna xwe Senem Z û dayika wê qetilkir.

Li navçeya Didima Aydinê mêrê 35 salî Nazim Z hevjîna xwe Senem Z a ku berî demekê ew terikandî û dayika wê ya 45 salî ku li gel dima Saniye Ozdemir qetilkir.

Nazimê qatîl kete hindirê mala Senem'ê, ew û dayika wê Saniye bi demancê qetilkir û reviya. Cenazê Senem û Saniye ji cihê bûyerê rakirin Saziya Tiba Edliya İzmîrê.

Derket holê ku herî dawî qatîl Nazmi di 2 yê îlonê de ser hesabê xwe yê Facebookê ji bo hevjîna xwe gotinên weke: “Heyîna min a herî biqîmet, hevala qedera min û havala derdê min. Şanaziya mala min û situna mala min tu her bijî. Ez ji xudayê tu dayî minedarim” parkiriye.

Li Tirkiye ya her roj 5 jin tên qetilkirin rêxistinên jinan kampanya “Em heskirina kuştinê naxwazin” didin meşandin.

(zt)