Ji jina bi êrîşa zayendî û mobîngê re rû bi rû ma bang
13:53
JINHA
STENBOL – Jina bi nave Derya Ceylan, dema li Tersaneya Stebolê dixebitî ji ber ku bi êrşa zayendî û mobîngê re rû bi rû ma teşhîsa anksiyete û bîpolar lê hat danîn. Der yaya ku der barê mobînga lê hat krin doz vekir bang li jinan û saziyên jinan kir ku pitgiriyê bidn wê û kesên ku mîna wê bi mobîng û êrîşa zayendî re rû bi rû mane.
Derya Ceylan ya ku li Tersaneya Fermandariyê ya Stenbolê ku girtêdayî Wezareta Parstina Neteweyî dixebitî her roj bi awayekî sîstematîk êrîşa zayendî lê hat kirn û bi mobîngê re jî rû bi rû ma. Deryaya ku ji ber mobînga lê hat kirn doz vekir ji kar hat derxisitn. Derya piştî ku ji kar hat avêtin doza vegera li kar vekir û di hezîranê de li karê xwe vegeriya. Derya niha jî ji bo doza mobînga ku lê hatibû kirin ku dê sibê li Adliyeya Anadoluyê bê dîtin bang li jinan û saziyên jinan kir.
Li gorî nûçeya ku di Rojnameya Evrenselê de hat weşandin Deryaya ku ji 2009’an ve li tersaneyê xebitiye 7 mehan li ser hev bi êrîşa zayendî ya mudurê koman û rêvberên başan hatiye û bi mobîngê re rû bi rû ma piştî ku li kargehê doza mobîngê vekir ji kar hat derxistin.
‘Piştî bûyerên ku hatin serê min ez nexweş ketim’
Derya bahsa bûyerên ku hatin serê wê kir û wiha got: “Dema ku min dest bi xebatê kir. Rêvberan got ku wan ez mêr hesibandime û bi wî awayî ez girtime kar. Li beşa ku ez lê xebitîm hea 2013’an tuwaleta jinan tune bû ji ber wê jî heta ku ez gelekî mecbûr nemama min tuwlet bi kar nedianî. Ji ber van şet û mercên nebaş yên kar nexweşiyên cuda cuda li min peyda bûn. Piştî van hemû kêmasiyan jî rêveberan destdirêjî li min kir. “
Jİ bo ku kesekî din bi van pêkanînan re rû bi rû nemîne banga pitgiriyê
Derya diyar kir ku ji ber pêkutiyên hatin serê wê wê li cihê karê xwe doza mobîngê vekirye û bang li jinan û saziyên jinan kir ku ji bo jinên din yên dixebitin rastî van pêkutiyan neyên ji bo wê piştgiriyê bikin û wê tenê nehêlin.”
(dk/mk)