‘Em natirsin li ser gora wî ne û em ê sibe jî li cihê komkujiye bin’

15:12

JINHA

ENQERE – Bi minasebata 1’emîn slvegera Komkujiya 10 Cotmehê, di merasîma bîranînê ya ku li goristana Karşiyaykayê pêk hat de , dayika Korkmaz Tedîk yê ku di komkujiyê de jiyana xe ji dest Zohre Tedîk wiha got: “ Em natirsin vaye em dîsa hatin ser gorê. Em ê sibe jî li cihê komkujiyê bin. Di destê me de ne tang û nejî top heye. Tenê banga me ya ji bo aştiyê heye.”

Bi minasebeta salvegera komkujiya ku di 10 ‘cotmehê de li Enqereyê li Îstasyona Trenê li dijî mîtînga ji bo aştî demokrasiyê ku hat kirin pêk hat, li goristana Karşiyaka merasîma bîranînê hat kirin. Jİ bo bîrnînê ji gelek bajaran kes tevili merasîmê bûn. Kesên ku xizmên wan di komkujiyê de hatin qetilkirn wênyên wan hilgirtin. Piştî merasîmê dirûşmên “Bijî wekheviya gelan” û “Ger ku aştî nebe pêşeroj jî nabe” hatin avêtin.

‘Alên aştiyê yen ku ketin erdê wê dîsa bên rakirn’

Di bernameya bîranînê de di serî de Hevserokê Komeleya 10’ê Cotmehê Îhsan Seyhan axivî. Îhsan Seyhan diyar kir ku xeyala kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan aştî bû û axafitina xwe wiha berdewam kir: “ Kesên ku ji çar hêlên Tirkiyeyê hatin bila bizanibîn ku alên ji bo aştiyê ketin erdê wê dîsa bên hildan.”

‘Em natirsin em îro li goristanê ne em ê sibe li cihê komkujiyê bin’

Dayika Korkmaz Tedîk yê ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Zohre Tedîk diyar kir ku bi hezaran kesên aştîxwaz ji bo ku êdî kesek nemire ji bo aştiyê mîtingan li dar dixin û ev tişt got: “ Ger ku îro korkmaz û yên din kû di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan li vir bûna wê govend bigeranda. Lê serdest ji xwîna dayik, bav, bira, hevrê û hezkiriyên me têr nabin. Lê em natirsin vaye em dîsa hatin û em ê sibe jî li cihê komkujiyê bin.”

Piştî axaftinan navê kesên ku di komkujyê de jiyana xwe ji dest dan hatin xwendin û merasîm bi drûşman bi dawî bû.

(de-he/dk/mk)