Qayûm ji bo xizmet bike bi DBP’ê belgeyên xwe dide îmza kirin

15:32

JINHA

ÊLIH – Ji ber qayûm nikare xizmeta bajêr bike belgeyên projeya xizmetê li avahiya DBP’ê dide îmzakirin.

Di 11’ê îlonê de bi biryara KHK’ê Alikarê Waliyê Êlihê Ertug Şevket Aksoy wek qayûm tayinî Şaredariya DBP'a Êlihê hat kirn.
Bi qayumê re hevşaredarên DBP’î ji peywirê hatin dûrxistin. Jİ ber vê yekê xizmeta nava bajêr hat rawestandin.
qayùm Şevket ji ber di fermiyetê de ne karbideste nikare projeyan îmza bike û ji bajêr re xizmeté bike. Lewra ji bo projeyên kar û xebata berî qayumé ji aliyé hevšaredaran ve hatibû amade kirin, bikeve meriyeté pédiví bi îmzaya karbidest Hevşaredar Hurriyet Kaytar a ku ji peywira xwe dur hate xistin heye.

Derket holê ku ji ber Şevket nikare fermana xizmetê bike belgeyên kar dişeyne avahiya DBP'ê û bi Hevşaredar Hurriyet Kaytar dide îmza kirin.

Hurriyet ani zaman ku ew ji bo xizmeta gelê xwe ne pêwîste li avahiya şaredariyê bin. Ew li avahiya DBP'ê li ser kar in û bi her awayî ji gelê xwe re xizmetê dikin.

(ho/mk)