Kobanê ji bo protestokirina komploya 9’ê Cotmehê meşiya
15:58
JINHA
KOBANÊ - Ji bo salvegera komploya 9'ê Cotmehê bi pêşengtiya TEV-DEM û KPCD’ê li Kobanê meşeke girseyî hat lidarxistin.
Li Kobanê bi pêşengiya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPCD) meşeke girseyî ji bo protestokirina komploya 9’ê Cotmehê hat lidarxistin. Di meşê de pankartên weke “Em tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Rêber Apo şermzar dikin”, “Komploya li ser Rêber Apo ya 9'ê Cotmehê şermezar dikin” û “Ji Rêber Apo re azadî” hatin vekirin. Meş li ber stranên şoreşgerî û dûruşmeyên “Bê Serok jiyan nabe” û “Bijî Serok Apo” ji Qada Jina azad destpê kir heta şaredariya kevin dewam kir. Li wir ji bo armanca meşê vebêjin axaftin hatin kirin. Di serî de Endama Kordînasyona Kongreya Star Sara Xelîl diyar kir ku gelê kurd ji bo azadiya rêberê xwe dê têkoşînê bidomîne.
Endamê Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Rodîn Mihyedîn jî got: "Ev komplo ne tenê li dijî gelê Kurd pê hatiye, li dijî tevahiya gelên Rojhilata Navîn pêk hatiye, lê negihîştiye armanca xwe."
Serokê Meclîsa Rêvbera Kantona Kobanê Enwer Muslim jî got: "Armanca komployê tunekirina gelê kurd bû, niha jî tunekirina projeyên me li Rojava hedef dikin. Lê bila bizanin ku gelê Kurd bû dîrokeke nû ji mirovahiyê."
Meş bi dûruşmeyan dawî bû.
(ze/be/zt)