TGS’ê bi kotaya ji sedî 50 a jinan rêveriya xwe ya nû diyar kir
16:15
JINHA
STENBOL- TGS’ê bi lijneya xwe ya giştî rêveberiya xwe ya nû diyar kir. Sendîkayê di hilbijartinê de ji sedî 50 kotaya jinan pêk anî.
Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Lijneya xwe ya Asayî ya 21’emîn di 8 -9’ê ctmehê de li Stenbolê pêk anî. TGS’ê ji bo Serokatiya Giştî Serokê Şaxa Stenbolê Gokhan Durmuş hilbijart. Ji bo lijneya rêveberiyê ya ku ji 6 kesan pêk tê jî 3 zilam û 3 jî jin hatin hilbijartin.
Di lijneya giştî ya ku ji sedî 50 kotaya jinan hat pêkanîn de karbeşiya rêvberiyê wiha hat kirn: “Serokê Giştî Gokhan Durmuş, Sekretera Giştî Îlkaya Akkaya, Sekreterê Malî Can Ugur, Alîgrê Serokê Giştî Seyhan Kurtman, Serokê Rêxistina Giştî Mustafa Kulelî û Sekreterê Perwerdeya Giştî Olcay Buyuktaş Akça hat hilbijartin.
(ödk/fk/mk)