Newroz TV: Em ê dest ji dayîna rastiyan bernedin

16:57

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Edîtora Newroz TV bertek nîşanî biryara Eutelsatê da û diyar kir, ew biryarê şermezar dikin û ew ê tim li pey rastiyan bin.

Eutelsatê piştî Med Nûçe TV hişkere kir ku ew ê piştî duşemê weşana Newroz TV bide rawestandin. Edîtora Newroz TV Zeynep Mûrat bertek nîşanî vê biryara Eutelsatê da û destnîşan kir ku, êrîşa ser televîzyona wan parçeyek ji geşedanên Bakurê Kurdistanê ye û wiha domand: ‘’Em arestbûna bi ser Newroz TV de ji rewşa ku Kurd tê de nikarin qut bikin. Kurd li Rojhilata Navîn rikdar in ku bibin xwedî statû. Ji bo vê jî di nûavakirinê de ye û heqê xwe yê parastina gewherî bi kar tîne. Lêdigere ku ji vê krîzê derbikeve. Têkoşîna vê dide. Di vê berxwedanê de çapemenî jî xweyî roleke sereke ye. Li Tirkiyê piştî ku bi dehan televizyon û radyo hatin girtin berê xwe dane Med Nûçe û niha jî berê xwe didine me. Li qada navnetewî jî çavê wan bar nabe ku TV’yek Kurdan hebe.’’

Zeynep diyar kir ew bûyerên xef û veşartî yên li Iranê radigihînin û wiha berdewam kir, ‘’Haya kesî jê nîn e bê ka li Îranê çi dibe. Em bi dehan nûçegihanên dildar van bûyerên veşarî radigihînin. Ji bilî vê jî bi zaravayên Kurdî em çand û zimanê Kurd bi pêş dixin. Sedeme sereke ya êrîşa bi ser me de ev e.’’ Mûrat diyar kir AKP li Kurdistanê şerê giştî daya destpêkirin û wiha domand, ‘’AKP li Kurdistanê şerê giştî dide meşandin. Girtina Zarok TV mînaka vê ye. Hê di biçûktiyê de dixxwazin zarokan bikujin. Êrîşa bi ser Newroz TV jî parçeyek ji vê ye. Em weke xebatkarên Newroz TV ji vê re bêdeng namînin. Li dijî komkujiyan em ê bibin parçeyek ji berxwedanê û nûçegihaniya xwe bidomînin. Televizyona me heta niha li ser peykên Hotbîrd û Nîlesatê weşana xwe dikir. Lê niha tenê li ser Nîlesatê weşanê dike. Ev jî tê wê wateyê ku êdî li Ewropa wê nikaribe lê were temaşekirin.”

(zt)