Li Mêrsînê zarokan ‘Nepoxên Sor’ firandin

17:10

JINHA

MÊRSÎN – Li Mêrsînênê jinan ji bo ku balê bikişînin ser îstîsmara zayendî ya li hemberî zarokan Kampanyaya “Nepoxa Sor” dabûn destpêkirin. Di çarçoveya kampanyaya ku hat destpêkirn de ji bo zorokan şahî hat li darxistin.

Platforma Jinan ya Mêrsînê ji bo ku balê bikişîne ser îstîsmara zayendî ya li dijî zarokan kampanyaya “Nepxa Sor” dabû destpêkirin. Kampanyaya ku hat dest pêkirn bi çalakiyên cûr bi cûr berdewam dike. İrojî li Ozgur Parka li Mêrsînê ji bo zarokan şahî hat lidarxistin. Di şahiya ku hat lidarxistin de jinan Pankarta ku li ser nivîsa ‘ Ji bo ku zarokek jî rastî îstîsmara zayendî neyê em bûn yek” vekirin û park bi nepoxên sor xemilandin.

Di şahiya ku hunermendên kolana jî destek dayê ji bo zarokan stran hatin gotin. Di çalakiya ku tevlibûna zêde yamalbatan bal kişand, li zarokan çente hatin belavkirn û ji wan hat xwestin ku hestên xwe li ser çenteyan xêz bikin. Zarokan bi giştî wêneyên gulê xêz kirin, hin zarokan jî got ku ew dixwazin biçin dibistanê û hinek zarokên din jî gotin ku ew naxwazin li cîhaneke tîjî bombe bijîn.

(ekip/fk/mk)