Di bîranîna komkujiyê de bi sedan kesî nepoxên reş firandin

17:45

JINHA

STENBO – Di çalakiya ku ji bo salvgera Komkujiya li Enqereyê hat lidarxistn de, bi sendan kesên ku kom bûn nepoxên reş firandin.

Bi banga Koordînasyona Ked û Demokrasiyê ya ji bo şermezarkirina Komkujiya li Enqereyê bi sedan kes li ber îskeleya Kadikoyê kom bûn. Çakiya ku hat lidarxistin Hevserokên HDP’a Stenbolê, Berdevka Keskê ya demê ya Stenblê Sevtap Akdag, rêveberên bajar ên HDK’a Stenbolê, gelek rêveberên partiyên siyasî, Saziyên Civakî yên Sivîl û reberên sendîkayan tevli bûn. Di çalakiya ku pankartên li serwan nivîsên “Enqere salek derbas bû me ji bîr nekir” û “ Wê ked, demokrasî û aştî qezenc bike “ hebûn hatin vekirn û dirûşmên “Şehîdên şoreşê bêmirinin hatin berzkirin.

Îktîdar ji daxwaza aştiyê ditirse

Ece Unsev ya ku li ser navê koordînasyonê daxuyanî xwend jî wiha got: “ Bersiva kesên ku gotin bila mirov neyên kuştin bi kuştinê dan. 101 dostên me ji me qetandin. Ev salek e ku em bi êşa xwe û bi hêrsa xwe dijîn. Rola îktîdarê di komkujiya Enqereyê de jî derket holê. Ji darizandina kujeran gavek jî nehat avêtin. Li sûcên şer sûc hatin zêdekirn û dewlet ji aştiyê ditirse.”

Ji bilî têkoşînê tu rê nemane

Parlamenterê Muşê Ahmet Yildirim jî diyar kir ku xwestin pira aştiyê xira bikin û wiha got: “ Kesên hatin qetilkirn şehîdên aştiyê ne. Komkujiya Enqerê mîladek e. Em ê girêdayî bîranînên wan bin û em ê aştiyê diayarî wan bikin.”

‘Îktîdar aştiyê naxwaze’

Sekreterê giştî yê Odeya Tabîban Samet Menguç jî wiha got: “ Em ji bo Aştiye Çûn Enqerê lê min Otopsya 56 kesî kir. Îktîdar aştiyê naxwaze.”

Piştî axaftinan nepoxên reş hatin firandin û çalakî bi dirûşman bi dawî bû.
Açıklamanın ardından katledilenler anısına siyah balonlar uçuruldu. Eylem sloganlarla sona erdi.

(ekip/dk/mk)