ROJEVA 10'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ
09:00
*Li Artemîta Wanê jinên di şert û mercên giran yên serayê de dixebitin beramberî heqdestê xwe nagirin. Jinê nîvê rojê li ser piyan derbas dikin, di çerxa mêtîngeriyê de keda wan tê tinekirin.
*Jina bi navê Penbe Ekîn ya 55 salî ku li Hênê di serdegirtinên malan de hat binçavirin û çavê wê girtin û li Helîkopterê kirin, îşkence lê kirin, anîn Amedê û 27 rojan di bin çavan de ma. Tevî ku di meşê de pirsgirêka dijî û doktoran got nekare di girtîgehê de bimîne jî, ew li girtîgehê tê girtin.
*Wênesaz Şehlem Kaçar Sebîk di 18'ê cotmehê de li Wênexaneya Galatayê 'Atolyeya Wêne û Zayenda Civakî' vedike. Şehlemê got atolye ji mêran re jî vekiriye û got: "Armanca atolyeyê bilindkirina hişmendiyê ye."
*Mevlîde Yilmaz ya sala borî di meha qanûnê de bi berxwedana dest pê kir neçar ma mala xwe derkeve , mala xwe ya li taxa ku qedexe lê hîna berdewam dike, dişopîne û roja vegera xwe ya Sûrê dipê.
*Xwendekarên li yurdên KYK'ê ya Zanîngeha Dîcleyê dimînin îdia kirin ku pereyê yurdê sîxurtiyê pêşniyarê wan dikin. li gorî xwendekaran di zanîngehê de ferzkirinên sîxurtiyê zêde ne û li yurdan jî ji aliyê îdareyê ve tê kirin.
*Hat diyar kirin ku li girtîgeha Manîsayê odeyên îşkenceyê yên deng derbas nakin ava dikin. malbatên çûn hevdîtinê diyar kirin ku girtî bi birîdarî tên hevdîtinê û gotin ewlehiya canê wan tine.
*Li Erziromê zaroka 13 salî F. T ji aliyê Ahmet Karadag ve hat arevandin. Malbatê li midûriyeta polîsan û dozgeriyê serlêdana sûc kir lê tevî vê çar mehe agahî jê nayê girtin. Dayika wê Besra T got: "Li birayê wê geriyane û gotine me tecawizê keça we kiriye. Keça min di hembêza min de radiza. Keça min xêzafîlm temaşe dikir. Ew hîna biçûke. Ez dixwazim aqûbeta keça xwe hîn bikim."
*Li bajarê Til Temirê jinên ku çandiniya sebzeyan kirin, bi aweyek komînal berhemên xwe berhev dikin, li bazarên sûkê difroşin. Jinan diyar kirin ku ew her wiha sebze ji bo payîzê diçînin.