Li Penbe Ekîn ya gotin 'nekare li girtîgehê bimîne' zilma dewletê!
09:02
JINHA
AMED - Jina bi navê Penbe Ekîn ya 55 salî ku li Hênê di serdegirtinên malan de hat binçavirin û çavê wê girtin û li Helîkopterê kirin, îşkence lê kirin, anîn Amedê û 27 rojan di bin çavan de ma. Tevî ku di meşê de pirsgirêka dijî û doktoran got nekare di girtîgehê de bimîne jî, ew li girtîgehê tê girtin.
Girtiyên jin yên siyasî yên girtîgeha Tîpa E ya Amedê nameyek ji JINHA'yê re nivîsin û îşkenceya li girtiya nexweş Penbe Ekînê hatiye kirin vegotin. Penbe Ekîn ya 55 saliye û dayika 7 zarokane di 15'ê Tebaxê de di serdegirtina malan de hat binçavkirin.
Bi Penbeyê re 19 kesên hatin binçavirin, rastî pêkanînên dîlgirtinê hatin û çavê wan girtine, li helîkopterê kirine û birine Midûriyeta Şaxa Terorê ya Amedê. Penbe di rê de rastî îşkence û heqeretê hatiye û 27 rojan di bin çavan de maye.
Dozger ji Penbeyê gotiye 'hewce bi îfadeyê nîne'. Penbe di 10'ê îlonê de ji aliyê dadgeha nobedar ve bi sûcdariya 'tevlî meşên jinan bûye' hat girtin. Hat hînbûn ku Penbe sê sal berê lingê wê şikestiye û nekare bimeşe.
Parêzerên Penbeyê serî li Fakulteya Tipa Zanîngeha Dîcleyê dan û rapor xwendin. Di rapora hat şandind e hat gotin ku 'girtina wê ne di cih de ye'. tevî vê Penbe hîna girtiye.
Girtiyên jin ji bo Penbe Ekînê banga hestiyariyê kirin.
(fk\hu)