Gelo ji bo pereyê yurdê sîxurtî li xwendekaran tê ferzkirin?
09:06
JINHA
AMED - Xwendekarên li yurdên KYK'ê ya Zanîngeha Dîcleyê dimînin îdia kirin ku pereyê yurdê sîxurtiyê pêşniyarê wan dikin. li gorî xwendekaran di zanîngehê de ferzkirinên sîxurtiyê zêde ne û li yurdan jî ji aliyê îdareyê ve tê kirin.
Xwendekarên jin li yurda Sellahadîn Eyyubî û Ziya Gokalp ku girêdayê KYK'a ya Zanîngeha Dîcleyê ne dimînin pirsgisrêkên xwe vegotin. Xwendekaran da zanîn ku ji ber zanîngeh ji yurdê dure bi tirsa tacîzê diçin û tên û her wiha beha polîtîkayên sîxurtiyê yên rêveberiya yurdê kirin. Yurda ku rêya wê her saldibe mijar, ji bo xwendekarên jin xetereyê derdixe.
'Gîliyên tên kirin nagihêjin cihê xwe'
Yek ji xwendekarên jin kul i yurdê dimîne got: "Wesayît di saeta xwe de nayên. Ji bo em bigihêjin dersê an divê em biçin kawşaxê an jî divê em erebeyan bidin sekinandin. Ji bilî vê saetên derketin û ketina yurdê pir tûndin. Desturê nadin malbatan. Pirsgirêkên kantîn û xwaringehê wek her yurdê li ya me jî hene. Yurda me ji berk u ji navendê dure em li kantinê tiştan distinin. Gelek caran em birçî dimînin. Xwaringeh pir biçûke. Ji bo hezar kesî qet nabe. Em giliyan dikin lê nagihêje cihê xwe."
'Em rastî her cureyê pêkanînê tên'
Xwendekara jin diyar kir kul i yurdan herî zêde rastî zextên îdarevanên jin tên û wiha pê de çû: "gotin înterneta belaş, gotin ji bursan re zam. Lê beriya van ji bo yurdê zem hat. Ji derveyê dibistanê kesê tevlî bernameyên siyasî bibin bi hêsanê davêjin. Bi hezaran xwendekarên mexdur bûne hene. Yanî bi kurtasî dibêjin jin û her pêkanînan li ser jinan dikin."
'Sîxurtiyê pêşniyar dikin'
Xwendekarê di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku li yurdê îdare sîxurtiyê ferz dike û got: "Di vê pêvajoya ku tevlîheviya siyasî tê jiyîn, xwendekarên ku cuda difikirin, hewl didin dur bixînin. Ji bo vê tedbîrên wan yên qirêj hene. Xwendekarên rewşa wan ya aborî ne başe sîxurtî lê tê ferzkirin ku pereyên yurdê nedin. Xebatkarên îdarê ji bo bişînin nava komên qerebalix li sîxuran digerin û gelek caran bi xwendekaran re dibin dost û van daxwazan tînin ziman. Ji xwe 3-4 kes bên cem hev hema îdare tê wan hişyar dike û belav dike."
(mm/hu)