Li girtîgeha Manîsayê odeyên îşkenceyê
09:09
Ayşe Yilmaz/JINHA
MANÎSA -Hat diyar kirin ku li girtîgeha Manîsayê odeyên îşkenceyê yên deng derbas nakin ava dikin. malbatên çûn hevdîtinê diyar kirin ku girtî bi birîdarî tên hevdîtinê û gotin ewlehiya canê wan tine.
Girtiyên ji girtîgeha Tîpa T ya Manîsayê diçûn nexweşxaneyê qîr kiribûn ku 'ji her kesî re bêjin îşkenceyê dikin' û piştî vê îdiayên nû yên îşkenceyê tên rojevê. Di rojên borî de malbatê çûn hevdîtina xizmên xwe agahî girtin ku odeyên îşkenceyê tên avakirin. Bavê Mazlumê ku di girtîgehê de ye, Medenî Sîlînsî got îşkence û tehdîd heta derbasî xizmên girtiyan bûye û di rojên hevdîtinê de bi awayekî kêfî dema hevdîtinê tê kurtkirin û di ketin û têketinan de gengeşî tê jiyîn, me tehdî dikin.
Medenî wiha got: "Di lêgerînê de gotin amûr naxebitin. Nexwestin me bikin hevdîtinê. Piştre li ser jinan lêgerîn kirin, mêr nekirin. Bi ser me de hatin, em dan dîwar û em derbkirin. Gardiyanan tehdîd li me kirin. Yên ku li em ev kirin wê li zarokên me çi bikin. Em bi zehmet diçin girtîgehê. Kurê min got girtiyên koxuşa B-8'ê rastî îşkenceyê hatine û bi zextên rêveberiyê re her tim mudaxaleyê koxuşê tê kirin."
'Her derê kurê min birîn bû'
Dayik Gulîstan Sîlînsî jî wiha got: "Stûyê kurê min girtine û bi erdê re kaş kirine. Dema mi şopa derban li rûyê wî dît, ez nemabûm ji ser hişê xwe biçim. Piştî tiştên Mazlum gotiye, ez nekarim razêm."
'Em ji jiyana wan bi fikarin'
Xizmê girtî, Mahsun jî got li girtîgeha Manîsayê bi taybet ji bo girtiyên siyasî odeyên îşkenceyê hatine avairin û got şert û mercên fîzîkî roj bi roj xerab dibin û got: "Li koxuşên 14 kesî 23 kes dimînin. Jimartina leşkerî li girtiyan tê ferzkirin. Odeyên îşkenceyê yên deng derbas nake ava kirine. Li van odeyan li girtiyan îşkenceyê dikin. dema em çûn hevdîtinê rûyê hemûyan reş bibû. Gardiyan bi cop û lepikên çelîk dikevin koxuşan. Em ji jiyana wan bi fikarin."
Piştî hevdîtinê girtiyan li Dozgeriya Komarê ya Manîsayê serlêdana sûc kir.
(hu)