Ji bo F'ya 13'e salî ya ku hatî revandin kes nakeve tevgerê
09:11
Rûken Tuncel/JINHA
RIHA - Li Erziromê zaroka 13 salî F. T ji aliyê Ahmet Karadag ve hat arevandin. Malbatê li midûriyeta polîsan û dozgeriyê serlêdana sûc kir lê tevî vê çar mehe agahî jê nayê girtin. Dayika wê Besra T got: "Li birayê wê geriyane û gotine me tecawizê keça we kiriye. Keça min di hembêza min de radiza. Keça min xêzafîlm temaşe dikir. Ew hîna biçûke. Ez dixwazim aqûbeta keça xwe hîn bikim."
Zaroka 13 salî F.T kul i navçeya Sêwêreg a Rihayê dijî, bi birayê xwe Mehmet T re ji bo firotina amûran çûn navçeya Hinis a Erziromê. Li wir F.T ji aliyê Ahmet Karadag yê 24 salî ve tê revandin. Ev 4 mehe windaye. Tevî hemû hewldanên malbatê hîna nehatiye dîtin.
Min gilî kir
Birayê wê Mehmet T got: "Ez bi xwişka xwe re di serê meha Hezîranê de çûm Erziromê. Seher Karadag, Ahmet Karadag û Sedat Karadag yên berê li Sêwêregê cînarên me bûn, bi me re hatin. Em çûn Hinisê, me alavên cîz difrotin. Her sê ligel me bûn. Em nêzî Qerekola Halîl Çavuş çûn. Ahmet got bila Seher û xwişka te li vir bimînin, bila ew li vir tiştan bifroşin. Tiştekî nebaş nehat hişê min. Min jî qebûl kir. Em ketin Hinisê, ji min veqetiya û got ewê li taxê tiştên xwe bifroşe. Dîsa tiştek nehat hişê min. Piştî karê min qedya ez lê geriyam lê telefon girtî bû. ez çûm gel qerekolê, xwişka min û Seher tinebû. Min ji meleyê mizgeftê pirtî. Got du mêran hatiye Seher û xwişka te biriye. Min fêm kir ku xwişka min revandine. Ez li apê wan Bahrî Karadag geriyam. Got ew dizane xwişka min li kuye, got li kesî negere emê bînin. Ez payîm lê min fêm kirin ku min mijûl dikin. ez çûm qerekolê min gilî kir."
'Min serî li her derê da'
Mehmet wiha berdewam kir: "Piştî serlêdanê rayedarên qerekolê gotin emê eleqeder bibin. Çend meh derbas bû, me serî li her derê da lê xwişka min nehat dîtin. Ez dîsa çûm qerekolê. Min got we çima serlêdana min neşandiye dozgeriyê. Gotin 'me gotiye qey pevçûna navbera eşîran de ye'. ez çûm dozgeriya Hinisê. Gotin wê 81 bajarî li Ahmet Karadag bigerin. Malbat li Amedê rudine. Ez çûm dozgeriya Amedê. Min daxwazname da. Gotin wan biryara girtinê ji bo Ahmet daye. Lê li holê tiştek tine. Seher û Sedat hîna ji xwe re digerin. Ew jî hevkarên sûcin. Ne 4 meh dikaribûn di 4 saetan de xwişka min bibînin. Lê nedîtin."
'Mehra Muta birîne'
Mehmet wiha dawî li axaftina xwe anî: "Me hewl da em xwe bigihînin malbatê. Birayê Ahmet, Bîlal Karadag got 'me her sê birayan tecawizê wê kiriye, keçik êdî ya me ye'. Malbatê 100 hezar TL pere pêşniyarê me kir ku em serlêdana sûc şûnde bikêşin. Heta mele û hecî jî kirine navberê. Dibêjin werin pere bigirin bûyerê bigirin. Li Çermûgê meleyekî mehra muta ji bo xwişka min biriye. Ez ji jiyana wê bi fikrim. Ez bi fikarim ku xwişka min bi pereyan bifiroşin hinek kesên din.
Vê malbatê berê jî jinek ciwan revandin û piştre danîbûn ber deriyê malbatê. Kesek jî kuştibûn. Malbat tehdîd dikirin. Pere dan û xilas bûn. Ger berê bihatana cezakirin wê êdî sûc nekirina."
'Keça min di hembêza min de radiza, ew hîna biçûk bû..
Dayika wê Besra T jî wiha got: "Keça min hîna biçûk bû.min serê wê dişûşt. Min porê wê şe dikir. Bi şev ditirsiya di hembêza min de radiza. Min ew dibir dibistanê. Zaroka min ya biçûk bû. Me jê re onluk girtibû. Wê biçûna polsa 8'an. Ji dibistanê hez dikir. Dixwest bibe mamoste. Li birayê wê digerin dibêjin me tecawizê wê kiriye. Kezeba min dişewite. Ez keça xwe dixwazim. Ew hîna biçûke. Li kolanê dilîst ji xwe re. Xêze fîlm temaşe dikir."
(hu)