Saziyên jinan ku DBP’ê vekirin, qayûm wan pêşkêşî ÇATOM’ê dike’

09:23

JINHA

ÊLIH – Li Êlihê sazî û qadên jinan bûn hedefa qayûmê. Hevşaredara DBP’ê ya Êlihê Hurîyet Kaytar û Alîkara Hevşeredar ku piştî tayinkirina qayûmê ji peywîra xwe dur hatin xistin Semra Guneş der barê êrîşên li hemberî jinê de nirxandin kirin û diyar kirin ku saziyên jinan ku tên girtin dê qayûm dibingeha ÇATOM’a ku di xizmeta dewletê de ye bêxe meriyetê.

Şaredariya Êlihê ku di 11’ê îlonê de bi biryara KHK’ê bi tayinkirina qayûmê re hate destesêrkirin. Qayûma di serî de dest avêt saziyên jinan û mor li deriyên gelek saziyan da. Qayûmê ewîl deriyên 4 malên gel ku xebata çand û hunerê didan, girt û piştre, biryara girtina Atolya Hêvî da. Qayûm pêre pêre Gerînendetiya Polîtîkayên Jinan a di bin banê Şaredariya Êlihê de xebatên xwe dimeşandin fes kir. Her wiha gelek saziyên jinan jî di hedefa qayûmê d ene ku bên girtin. Hevseroka Şaredariyê Huriyet Kaytar û Alîkara Hevşeredar ku di heman demê de Gerînendeya Polîtîkayên Jinan ku ji peywîra xwe dur hat xistin Semra Guneş biryara girtina saziyên jinê nirxandin.

‘Ji ber ku jin li dijî hişmendiya desthîlatdarin, di hedefê de ne’

Hûriyet Kaytar destnîşan kir ku êrîşên li ser qadên jinan de girtina birêxistina jinan û nefreta li dijî famkirina azadiya jinan a di nav civaka gelê kurd e û ev nirxandin kir: “Ji ber jin her tim li dijî hişmendî û birdoziya feraseta desthîlatdariya tekekesiyê ne û ji ber ku desthîlatdar ji jinê ditirse di hedefa desthîlatdariyê de teqez jin heye. Lewra ji bo pergala xwe mezin bike û biparêze êrîşî qadên jinê dike. Ji ber ku dixwaze qazanca birêxistina jinê ji holê rake.” Huriyetê di berdewamiya axaftina xwe de got ku jin ji bo birêxistin û azadiya xwe tu carî dev ji têkoşina xwe ya rêwa berdanin û dê têkoşina xwe mezin bikin.

‘Jİ bo jinan projeyên mezin’

Semra Guneş jî dazanin ku wan bi pergala hevserokatiyê re li Êlihê ji bo jinan projeyên mezin amade kiribûn. hemû projeyên wan bi qayûmê re hatin rawestandin û axaftina xwe wiha berdewam kir: “Me li Êlihê ji bo jinan projeyên mezin danîn pêşiya xwe û em li gorî daxwaza jinê tevgeriyan. Ji 2014’an û şûnde gelek gavên mezin hatin avêtin. Ji tendûrîstiyê heya, qadên wek aborî, perwerdeya zayendperestî û jinê, çand û huner, berhemên destan û gelek xebatên bi vî rengî li saziyên ku ji bo jinan hatin vekirin , dihatin dayin. Dîsa jin ji bo pirsgirêkên xwe yên fizîkî ango derûnî serî li qadên me didan û pirgirêkên xwe parvedîkirin.”

‘Desthîlatdarî ji jinê dîtirse’

Semrayê anî ziman ku armanca şaredariya DBP’ê ew bû ku bi mezinkirina qada jinê re jinê bi jinê bidin nasin û di nav civakê de bibe xwedî statûyek. Semra bilêv kir ku tayinkirina qayûmê ji bo rê li armanca wan bigir û rê li pêşketina hevserokatiyê bigire ye û wiha pê de çû: “Desthîlatdar dÎt ku jin bi saya pergala hevserokatiyê gelek bi pêş dikevin. Ji ber vê desthîlatdar jin ji bo xwe wek gefekê dît di serî de êrîşî jinê kir û xwest ku dengê jinê qut bike. Nexwest ku jin di siyasetê de cih bigirin û rêya wê girt.”

‘Bi hişmendiya bavîksaraliyê nêzî jinê dibin’

Semra li ser armanca girtina saziyên jinan jî ev tişt got: “Sazî û qadên ku şaredariya DBP’ê ji bo jinan vekiribû yek bi yek tên girtin û dê qayûm dibingeha ÇATOM’ê ku xizmeta dewletê de ye xabetê li wan bidin meşandin. Bi xebatên xwe dê disa jinê bifetîsinin û bi hişmendiya baviksalariyê nêzî jinê bibin. Ev ji têkoşina azadiyê ya jinê ya 40 salan bi paşve dide. Lê em li vir dibêjin ku jin carek din 40 sal paşve naçe û nabe qurbana hişmendiya AKP’ê.”

(ho/mk)