'Koçerên li zozanan vedigerin malên xwe'

09:24

Hatîce Kaya/JINHA

WAN- Koçerên ku li ser axa Kurdistanê koçertiyê dikin, amadekariyên zivistanê qedandine û bi hatina zivistanê re vedigerin gundên xwe.

Hersal bi hatina demsala havînê re li çiyayên Kurdistanê Koçer di bin konan de 4 mehên xwe derbas dikin. Koçerên 4 mehên li Gundê Şaxa Wanê di bin konan de derbas kirin bi hatina zivistanê re vedigerin mal û gundên xwe yên Nisêbînê. Jinên Koçer diyar kirin ku wan hemû amadekariyên zivistanê pêk anîne. Havînê ajalên xwe xwedî kirine. Bi şîrê ajalan penîr û qatix çekirne. Jin bi penêr û qatixê ku çêkirne û difiroşin hem debara xwe pêk dikin, hem jî amadekariyên zivistanê dikin.

'Zozanên me bi bereketin'

Jina bi navê Şefîka Merge ya li Nisêbînê hatî zozanên Şaxa Wanê diyarkir ku ew ji temenê biçûk heya niha li zozanan mezin bûye û wiha got: "Em her sal bi hatina havînê re berê xwe didin zozanên pîroz. Em ji zozanên xwe pir keyfxweşin. Ji zarokbûna xwe heya niha ez diçim zozanan. Sebra min li bajaran nayê. Em jinên zozanan e. Koçertî xweşe. Em debara xwe bi ajalên xwe dikin. Havînan ajalên xwe li ser axa dewlemend xwedî dikin. Penîr û qatixên xwe digirin. Ji bo zivistana xwe penîrê xwe radikin. Zozanên me bi bereketin. Dema ku zivistan jî hat em vedigerin Nisêbînê."

Şefîka li ser çêkirina penêr jî wiha axivî: " Em penêrê xwe çêdikin û dikin bîdonan. Em bîdonan di bin axê de dihêlin. Dema ku bû zivistan derdêxin.

'Me hemû amadekariyên zivistanê kirine'

Dayika bi navê Zelîxa Merge ya 60 salî diyar kir ku ew ligel malbata xwe diçe zozanan û wiha axivî: " Em li zozanan mezin bûne. Dema ku diçime bajêr sebra min nayê. Sebra min li çiyayan te. Em 3-4 mehan dimînin li zozanan. Li hemû zozanên xwe digerin. Konê xwe vedikin û dijîn. Em her roj diçîn bêrîvaniyê dikin. Şîrê xwe dikin penîr û difiroşîn. Penîrê din jî radikin ji bo zivistana xwe. Me niha hemû amadekariyên zivistanê qedandine. Em jî biçine Nisêbinê.

(hk/mk)