Gelê Kantona Cizîrê bi meşên Navendî komplo şermezar kir
10:13
JINHA
QAMIŞLO- Li bajarê Dirbesiyê û Tirbespiyê meşên girseyî ji bo şermezarkirina Komploya 9'ê Cotmehê pêk hat.
Bi armanca şermezarkirina Komploya 9'ê Cotmehê li bajarên Dirbesiyê û Tirbespiyê yên Kantona Cizîrê meşên girseyî pêk hatin. Di axaftinan de banga bilindkirina têkoşînê hate kirin.
DIRBÊSIYÊ
Li bajarê Dirbêsiyê bi pêşengtiya Tevgera Civaka Demokratîk, gel ji bajarên Qamişlo, Hesekê, Amûdê, Serê Kaniyê, Til Temir tevlî meşa şermezarkirina komploya 9'ê Cotmehê bûn. Girseya gel li ber Navenda Ciwanan a bajarê Dirbesiyê li hev civiyan û bi alên TEV-DEM, Kongreya Star û posterên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan meş pêk anîn.
Çalakvan li Çerxerêya Qada Şehîdan rawestiyan û li wir axaftin hatin kirin. Endama Meclisa Damezirîner ya Sîstema Federal Demokratîk Foza Yûsif axivî û komplo şermezar kir û ev tişt got: "Li hember hêviya gel ya ji bo azadiyê, li hember guhertin û veguhertinên ku Rêber Apo bi felsefa xwe dixwest li herêma Rojhilata Navîn pêk bîne, xiyaneteke mezin hate kirin. Ev xiyanet li hember her kurdek ku dilê wan ji bo azadiyê hildiavêt û koletî qebûl nedikir, li hember mirovahiyê pêk hat."
Fozayê da zanîn ku, 18 sale komplo bi berxwedan û têkoşîna gel vala tê derxistin û wiha dewam kir: "Di van 18 salan de gelê kurd biryara jiyana azad û rûmet nû kir û tu hêz nikare li hember meşa rûmetê û azadiyê bibe asteng."
Ji Rêveberiya Xweser Mihemed Hesen jî axivî û anî ziman ku armanca girtina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, tunekirina mirovahiyê ye. Hesen 9'ê Cotmehê wek rojeke reş bi nav kir û ji gel xwest heya azadiya Abdullah Ocalan di têkoşînê de bi israr bin.
Çalekiya li dijî komploya 9'ê Cotmehê bi dirûşmeyên "Bijî Serok Apo" û "Bijî Berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.
TIRBESIPIYÊ
Di meşa li bajarê Tirbespiyê niştecihên ji Çil Axa, Girkê Legê, Rimêlan û Dêrik tevlî bûn. Meş li ber Akademiya Şehîd Yekta destpêkir û heya nav bajêr domkir.
Di meşê de bênavber diruşmeyên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok Jiyan Nabe" hat berzkirin. Endama Desteya Rêveber ya TEV-DEM'ê Henîfe Hisên, Cîgira Seroka Kongreya Star Welîde Botî û Şêwirmendê Desteya Karên Derve ya Kantona Cizîrê Fener Egîd axivîn û komploya 9'ê Cotmehê bi awayek tund şermezar kirin.
Çalekî bi dirûşmeyên "Bijî Berxwedana Îmraliyê" bi dawî bû.
(kom/rc)