Navenda Jinan ya Peljîn ev 12 roj in girtiye!
11:33
JINHA
MÊRDÎN – Bi bir yara KHK’ê bi qeyûmên ku ji bo şaredariyan hatin tayînkirn re, navnedên jinan ên di bin banê şaredariyan de ji bo jinan xebat di meşandin hedf hatin girtin û navendên wekî malên çandê, park û gelek navendên jinan hatin girtin. Navenda Jinan a Peljîn ku li Dêrika Mêrdînê di bin banê şaredariya DBP’yî ya Dêrikê de xebatên xwe dimeşandin ji 29’ê îlonê ve girtiye.
Piştî raghiandina OHAL’ê bi biryara KHK’ê ji bo şaredariyên DBP’yî qeyûm hatin tayîn kirn. Qeyûmên ku hatin tayînkirin di serî de navendên jinan ên xebatê hedef girtin û gelek nendên jinan yên ku xebatên çandî û civakî dikirin girtin. Her wiha Şaredariya Dêrika mêrdînê jî yek ji wan navndan e ku bi biryara KHK’ê re Navenda Jinê ya Peljîn a ku xebatên xwe di bin banê şaredariya Dêrikê de dimeşandin û Navneda Çandê ya Qadrî can di 29 îlonê de hatin morkirn. Li Navenda Jinan a Peljîn kursên wekî atolyeya çenteyan, kursên dirûn û nexşan dihatin dayîn û niha 15 jinên ku kurs didîtn nikarin biçin xebatên xwe berdewam bikin.
(ekip/dk/mk)