Di bîranîna 10 ‘ê Cotmehê de li ber barîkatan êrîşî malbatan kirn

12:43

JINHA

ENQERE – Ji bo bîranîna 10 Cotmehê hemû malbat negirtin hundirê qada ku komkujî lê pek hat ji ber vê xizmên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan û saziyên ku ji bo kesên jiyana xwe ji dest bibîr bînin hat li ber barîkatên polîsan daxuyanî dan. Piştî daxuyaniyê malbatên ku bi dirûşman hatin ber barîkatan polîsan êrîşî wan kir. Malbatên ku xwestin bi girseya li ber barîkatan re bibin yeke ji ber gaza polîsna ku avêtin ji dest xwe çûn. Li gel hemû êrîşên polîsan ku li tevahiya Enqereyê li ser kesên tevili merasîma bîranînê dibin jî malbat û girse bi hev re ber bi Kizilayê ve ji bo meşê ketin rê.

Ji bo bîranîna salvegera Komkujiya ku sala borî di 10 ‘Cotmehê de li EnqereyÊ li ser Mîtînga Aştiyê ya ku ji aliyê saziyên ked û demokrasiyê ve hati lidarxistin ku ji aliyê DAIŞ’ê ve êrîş lê hat kirin gelek kes ji bo bîranînê ji bajarên kurdistan û Tirkiyeyê ketin rê û berê xwe dan gara Enqereyê ya ku lê komkujî hat kirin. Lê kesên ku evqas rê hatin nehat hiştin ku bikevin garê. Ji bo ketina gerê tenê nasnameyên xizmên kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji destan hatin girtin.

Di encama êrîşa polîsan de gelek birîndar hene
Welatiyên ku ji bo bîranînê hatin bertek nîşanî helwesta polîsna dan û polîsan jî bi TOMA’yan ava şid û gaza îsotê bersîv da welatiyan. Di encma êrîşê de gelek kes birîndar bûn. Hevserokên HDP’ê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş, parlamenterên HDP’ê Nursel Aydogan, Burcu Çelîk Ozkan û Huda Kaya xwe gîhandin ber barîkatên li dora garê.

Li ber barîkata polîsna dxuyanî

Nunerên saziyan û gelek xizmên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan ji ber ku nehistin bikevin qadê li ber barîkatên polîsna daxuyanî dan. Kedkarên ku ji bo roja 10’ê Cotmehê bang kirin, yên wekî Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Konfederasyona Sendîkaya Kedkarên Şoreşger(DÎSK) Odeya Yekitiya Endezyar û Mîmarên Tirkiyeyê (TMOBB) , Yekitiya Tabîbên Tirk (TTB) , Komeleya 10’ê Cotmehê ya Aştî û Demokrasiyê, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û gelek sazî û dezgehên sivîl tevli daxuyaniyê bûn û bertek nîşanî qedexeya qadê dan.

‘Em li ber barîkatê têkoşînê didin’

Hevserokê KESK’ê Lamî Ozgen li ber barîkatan axivî û wiha got: “ Em li serê dorpêça ku li dijî me pêk hatiye ne. Helbet malbatên me îro hestên ku salek berê jiyan dîsa dijîn. Bi awayekî sembolî qebûlkirna garê nayê qebûlkirin gelek sazî malbatên kesên jiyana xwe ji dest dan jî bi mere li ber barîkatan e. Em ê her li ber xwe bidin. AKP ya ku ji bo berjewendiyên xwe tevdigere nikare daxwaza demokrasiyê ya gel hezim bike û şerxwaziyê dike.”

Hevserokê HDP’ê Demîrtaş jî yê ku axivî wiha got “ Ji bo gelê me pêwistî hebe em ê li cem gelê xwe cih bigirin û têkoşîna xwe bidomînin. AKP û hevkarên wê dibe ku li qesrên xwe bitirsin, lê em ê bi cesaret li gel gelê xwe cih bigirin.”

‘We ev ewlehî roja 10’ê cotmehê bigirta ‘

Bavê Dîcle Delî ya ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Faîk Delî jî bertek nîşanî barîkatê da û wiha got: “ Berîkatên ku ji bo bîranîna xizm û dostên me danîne vêderê nikarin me asteng bikin. Ger ku ewlehiya îro hat girtin 10 Cotmehê bihata girtin dê komkujî pêk nehata.”

(de-he/sy/mk)