Jina ku di êrîşa Hesekê de birîndar bibû jiyana xwe ji dest da

13:22

JINHA

HESEKÊ - Birîndara bi navê Raperîn Mihemed Xêr Hac Yûnis ku di teqîna xwekujî ya bajarê Hesekê de bi giranî birîndar bibû, jiyana xwe ji dest da.

Di 3'ê mehê de li bajarê Hesekê teqîneke xwekujî li salona Senabî di daweta malbata Fatimê de rû da û di encamê de 34'ê kesan jiyana xwe ji dest dan, 95 kes jî birîndar bûn. Îro jina bi navê Raperîn Mihemed Xêr Hac Yûnis jî ku di nexweşxaneya Şehîd Xebat de derman dibû, jiyana xwe ji dest da.

Wiha hejmara kesên di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane gihêşt 35 kesan.

(ee-ls/rc)