Li Amedê rojnamegeran dest bi çalakiya rûnîştinê kir

13:41

JINHA

AMED-Rojnemeger û xebatkarên televîzyonan ên ku tv'yên wan ji aliyê hikumetê ve hatin reşkirin îro bi daxuyanîyekê dest bi calakiya rûniştinê kirin.

Piştî ku li Tirkiyeyê OHAL hat îlankirin şûnde zext û êrîşen li ser çapemeniya azad jî zêde bûn û ji aliyê hikumetê ve gelek tv'yên kurdî hatin girtin. Ji bo ku reşkirina tv'yan û êrîşên li ser çapemeniya azad şermezar bikin rojnameger û xebatkarên televîzyonan li Sûmerparqê pişti daxuyaniyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

'Dê têkoşina me berdewam bike'

Daxuyanî ji aliyê berpirsyarê İMC Tv yê Amedê Faruk Balikçi ve hat dayîn. Faruk diyar kir ku hikûmetê darbeya herî mezin li çapemeniyê da û wiha axivi: " Hikumetê bi zagoneyên KHK'ê darbeya herî mezin li çapemeniya azad da. Têkoşina me ya ne naskirina biryara girtina tv'yan dê berdewam bike. Bi girtin û reşkirina tv'yan darbeya herî mezin li demokrasî û çapemeniya demokratîk hat xistin. Îro bi vê biryarê gelek rojnameger betal hatin hiştin, dê têkoşina me berdewam bike û em ê li ber xwe bidîn."

Pîştî daxuyaniyê rojnameger û xebatkarên Tv’yan wênekêş û dîmenkêşên xwe danîn û dest bi çalakiya rûniştinê kirin.

(zyd-şa/mk)