KJA: Em ê li dijî komploger û katlîamkaran têkoşînê bilind bikin
14:43
JINHA
AMED – KJA’yê bi daxuyaniya ku da diyar kir ku kesên Komploya 9’ê Cotmehê ya ku di encama wê de Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji Sûriyeyê hati derxistin û kesên ku Komkujiya 10’ê Cotmehê li Enqereye pêk anîn heman kes in û wiah berdewam kir: “Rêya yekane ya ku planên komploger û komkujeran vala derxîne têkoşîna li dijî faşîzmê ye û em heû kesî vedixwînin ku têkoşînê bilidtir bikin.”
Kongra Jinên Azad (KJA) der barê ‘Komploya Naneteweyî ya 9’ê Cotmehê’ ku li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Oclan pêk hat û ‘Komkujiya Enqereyê’ ya 10’ê Cotmehê de daxuyaniyeke nivîskî weşand. KJA’ye di daxuyaniya xe de diyar kir ku kesên Komploya 9’ê Cotmehê Komkujiya Enqereyê ya 10 Cotmehê pek anîn heman kes in û wiha hat gotin: “Li Rojhilata Navîn li ser bingeha netewdeletê siyaseta ku hat meşandin; li hemberî gelan, jinan û baweriyan siyaseteke îmha û înkarê hat meşandin. Lê li dijberî vê siyaseta îmha û înkarê têkoşîna gelê kur, baweriyan û jinan ya ji bo azadiyê felsefeya aştiyê afirand.”
Komplo û pergala serokatiyê
Di daxuyaniya KJA’yê de bal hat kişandin se r felsefeya Rêber APO û wiha hat gotin: “ Şer û aştî herî zêde di ser dema ku li dijî Rêberê PKK’ê Komploya 9’ê cotmehê pêk hat bi wate bûn û hatin gel hev. Komploya 9’ê Cotmehê mudaxeleya herî mezin a li rojhilata navîne û êrîşa li hemberî azadiya jinan, baweriyan û a li dijî Abdullah Ocalan e. Pergala Îşkenceyê ya ku bi Komploya 15’ê Sibatê re li Îmraliyê berdewam kir re berdewam kir , ev 2 sal in ku bi tecrîdeke bê eman li ser Abdullah Ocalan didome armanceke wê heye; ji bo ku pergala azadiyê ya gelan parçe bikin û pergala serokatiyê ji holê rakin e.”
‘Ew têkoşerên eniya azadiyê ne’
KJA’ye di daxuyaniya xwe de bal kişand ser komkujiya Enqereyê jî û wiha got: “ Di nava vê rastiyê de Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Enqereyê ya ku ji aliyê DAIŞ’ê ve li ser hêza aştiyê hati kirin, êrîşa hêzên serwer yên li herêmê ku dixwazin bi rêya DAIŞ’ê serweriya xwe misoger bikin e û êrîşa herî hovane ya van hêzên hegomonîk ên li Rojhilata Navîn e. Çeteya DAIŞ’ê ya ku bi alîkariya hêzên hegonomîk yên li Rojhilata navîn li ser Mîtînga Aştiyê êrîş pêk anî û bi sedan kesên aştîxwaz qetil kir; li Cizîr, Şirnax , Gever , Nusaybîn û Sûrê wekî hêza hilweşîner derket pêşberî me.”
‘Banga bihêzkirina têkoşînê’
KJA’yê li hemberî van pêkanînên kirêt yên li hemberî aştî û azadiya bang têkoşînê kir û daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “ Em di vê çarçoveyê de Komploya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û Komkujiya 10’ê Cotmehê ya li Enqereyê şermezar dikin. Em dibêjin ku koletî û bindestiya ku li Rojhilata Navî n li ser gelan hatiye ferzkirn qebûl nakin û em banga berfirehkirina berxwedanê li hemû gel, bawerî û aştîxwazan dikin. Em dibêjin ku werin em li dijî faşîzmê têkoşînê mezin bikin.”
(gc/mk)