Kesên ku gotin em ê hesabê 10’ê Cotmehe bipirsin hatin binçavkirin

15:05

JINHA

ANKARA – Endamên Malên Gel yen ku li Guvenparkê çalakî pêk anîn û gotin ku ew ê hesabê Komkujiya 10’ê Cotmehe bipirsin rastî êrîşa polîsan hatin û hatin binçavkirin. 11 endamên Malen Gel yên ku jin jî di nav wan de hebûn 11 kes bi lêdanê hatin binçavkirin.

Li Enqereyê polîsan bi TOMA , gaza îsotê û guleyên plastîk êrîşî kesên ku xwesin biçin gara Enqereyê ji bo bîranîna 10’ê cotmehê kir. Her wiha polîsan li Guvenparkê jî êrîşî Endamên Mala Gel yên ku xwestin komkujiya 10 ‘ê cotmehê şermezar bikin kir û 11 kes binçav kirin.
Endamên Malên Gel yen ku li Guvenparkê çalakî pêk anîn û gotin ku ew ê hesabê Komkujiya 10’ê Cotmehe bipirsin û dirûşmên “Hûn nikarin 10’ Cotmehê qedxe bikin” berz kirin.

Binçavkirin û birîndar zêde dibin

Her wiha polîs li Enqereyê li cadeyên Konur, Selanîk û Yukselê êrîşî çalakvanan kir. Polîsê ku ket mekanên çalak van ketinê li kolanê jî bi guleyên plastîk êrîşî çalakvanan kir. Pitî saeta komkujiyê ku çalakiyan dest pê kir û heta niah zêdeyî 50 kesî hat binçakirin.
Bi êrîşa ji aliyê polîsan ve ya bi guleyên plastîk, cop, gaz û ava şid hat aşkerakirin ku heta niha gelek kes birîndar bûne.

(sy/mk)