Li Kampa Morîa du erîşên zayendî yên cuda
15:45
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN – Li Kampa Penaberan a Morîa ya li Yewnanistanê li hemberî zarokekî 16 salî û cwanekî êrîşa zayendî pêk hat.
Li Kompa Penaberan ya Morîa ya li Girava Mîdîllya li Yewnanistanê du êrîşên zayendî yên cuda pêk hatin. Li kampê ji aliyê 3 kesên ku kampê diman ve li li ciwanê 25 salî êrîşa zayendî hat kirin û tecewizî wî kirin. Êrîşkar piştre hatin binçavkirin û sewqî dadgehê hatin kirin piştî dagehê hatin girtin.
Li heman kampê êrşek zayendî jî li hemberî zarokê 16 salî hat kirin. Zarokê ku bi êrîşa 4 kesan re rû bi rû ma tiştê hat serê wî ji berpirsyarên kampê re vegot. Zarokê ku doktor rapor dayê niha dermankirina psîkolojî dibîne.
Her wiha êrîşkarên ku êrîş kirin hatin girtin û parêzerên ku ji aliyê dewletê ve ji bo parastina wan hatin tayînkirin jî îstifa kirin.
(fk/mk)