Qasidên aştiyê li ser gorên xwe hatin biranin

17:00

JINHA

ÊLIH - Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Meryem Bulut û Aycan Kaya ên di 10’ê Cotmehê de di mîtînga Enqereyê de jiyana xwe ji dest dan, li ser gora xwe hatin bibiranin

Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Êlihê ji bo Meryem Bulut û Aycan Kaya ên di 10’ê Cotmehê de de jiyana xwe ji dest dan, di salvegera bi merasîmekê li se gora xwe hatin . Biranin li goristan Girbereşk pêk hat. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran nûnerên HDP, DBP’ê û gelek jin tevlî biraninê bûn. Kesên ku tevli biranê bûn gulên sor dan desten xwe û heya goristanê meşiyan. Di biraninê de ji bo kesên di qetliyamê de jiyana xwe ji dest dabûn deqeyek rêz hat girtin.

Endama Meclîsa Dayikên Aştiyê Muhlîse Kaya li ser gorîstanê axivî û diyar kir ku hevalên wan Meryem û Aycan ji bo aştiyê çûbûn Enqerê û cenazeyên wan bi ser wan de hatiye. Muhlîse got ku ew tucarî ked û têkoşîna rêhevalên xwe ji bir nakin û dê bi berxwedana xwe têkoşina wan mezintir bikin.

Parlamenter Ayşe Acar Başaran jî di merasîmê de ev tişt got: “Dayika Meryem û Aycan bi têkoşîna xwe di nav civakê de baş tên nasin. Her du hevalên me ji bo aşitiyek mayinde çûn mîtîngê. Lê di mîtînga aştiyê de êrîşa bombeyî pêk hat û bi sedan kesî jiyana xwe ji dest da. Helbet dê rojek ev gel hesabê vê bipirsin.”
Piştî axaftinan jinan gul danin ser gorîstana Dayika Meryem û Aycanê û ji bo wan dua kirin.

(ho/mk)