Li Girtîgeha Şirnexê girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kir
17:40
JINHA
ŞIRNEX – Li Şirnexê girtiyên ku di girtîgeha Tîpa T a siyasî de dimînin, Ji bo bajarê şirexê yê ku “qedexeya derketina kolanan lê berdewam dike” û binpêkirna mafan a li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.
Girtiyên ku li girtîgeha Tîpa T a Şirnexê dimînin ji bo protestokirina “ qedexeya derketina kolanan a li Şirenxê” û binpêkirina mafan a li girtîgehan li dijî girtiya dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin. Girtiya diyar kir ku heta li Şirnexê qedexey derketina kolanan hebe û binpêkirina mafan li girtîgehan li ser girtiyên siyasî berdewam bike dê çalakiya xwe bidomînin.
Girtiyên di girtîgeha Şirexê de di nameya ku şandin de daxwazên xwe wiha rêz kirin: “ Li dijî gelê Şirnexê yê ku xwrêveberî îlan kir û xwest xwe bi xwe xwe rêve bibe, hkûmeta AKP’ê di 14’ê adarê de bi hezaran polîs û leşkerê xwe rê kir şirenexê û bi deh hezaran gelê me mexdûr kir. Lê gelê me dest ji têkoşîna xwe berndeda. Di heman demê de jî tecrîda li girtîgehan di asta jor de berdewam dike. Di vê çarçoveyê de du zarokan li dijî zilma li girtîgehan û binpêkirinên mafan di hucreya ku tê de diman îsyan derxistin û ev pêkanîn protesto kirin. Em jî van hemû pêkanînan protesto dikin û dest bi greva birçîbûnê dikin.”
(aı/dk/mk)