Şîlan Kobanê li ser milê jinan hat oxirkirin

18:56

JINHA

KOBANÊ- Îro li Kantona Kobanê bi sedan welatî ji bo oxirkirina şervana YPJ'ê Şîlan Kobanê (Sîhem Mislim) berê xwe dan Goristana şehîd Dicle ya li gundê Termikê.

Bi sedan welatiyên Kobanê ji bo oxirkirina şervana Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) Şîlan (Sîhem Mislim) Kobanê herikîn Goristana Şehîd Dîcle ya gundê Termikê. Di merasîma veşartinê de alên YPG/YPJ'ê hati rakirin û bi dirûşmaya "Şehîd Namirin" heya goristanê meş pêk hat. Di merasîma veşartinê de piştî deqeyek rêzgirtinê ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Ezet Hemo ser saxî ji malbata şervana YPJ'ê Şîlanê re xwest û wiha got: "Îro hevala şîlan riya Arînan û riya Rêvanan û tevahî jinên pêşenga têkşîna azadiyê kir. Şîlan jî gihêşt wê astê." Ezetê da zanîn ku tevahî malbata Şîlanê di eniyên şer de li ber xwe didin û got ku serê wan bi malbatek wiha serbilindin.

Li ser navê Tevgera Civaka Demoqratîk TEV-DEM'ê Suad Abdullah jî wiha axivî: "Di serî de em ji malbata şehîd Şîlan re ser saxî dixwazin. Şehîd Şîlan ew e ku riya Rêvanan ,Arînan û Şîlanan şopandiye. Şîlan ewe ku têkoşîn li hemberî dijminî hovane qehremanî kir ,heta gihîşt asta şehadetê." Sûadê her wiha got ku îro her malbatek dixwaze ku gulekê di nav vî baxçeyî de biçîne û niha malbata şehîd Şîlan gulke xwe di nav vî baxçeyî de Goristana Şehîd Dicle de çand. Sûadê di dawiyê de jî banga tevlîbûnê li tevahî jinên cîhanê kir û got ku, şoreş şoreşa serkeftin û azadiyê ye.

Piştî axaftinan Şîlan li ser milê jinan û bi stranan rêhevalên wê hat oxir kirin.

(ze-be/rc)