Li Bedlis, Sêwas û Stenbolê binçavkirina jinan

08:48

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Hevşaredara Pirxûsê ya Xelata Bedlisê Pervîn Karakoç ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin. Hevseroka DBP’a İzmîrê li Sêwasê û jina bi navê Sevda Karataş jî li Stenbolê hatin binçav kirin.

BEDLİS

Polîsan li bajaroka Pirxûsê ya Xelata Bedlîsê Hevşaredara Pirxûsê Pervîn Karakoç bi hinceta "Îfadeya te heye" binçavkirin û birin Midûriyeta polîsan a Bedlîsê. Parêzerên Pervîn ku çûn midûriyetê bi sedema der barê dosyayê de biryara veşarî heye nekarîbûn sedemê fam bikin. Tenê agahiya ji "Êndamtiya Rêxistinê" hatiye binçavkirin bi parêzeran re parve kirin.

SÊWAS

Hevseroka DBP'ê ya Îzmirê Turkan Poyraz ku di 28'ê Îlonê de li Sêwase ligel Şahîn Çagdaş hatibû binçavkirin bi îdîaya "endama rêxistinê ye" hat girtin. Turkan, piştî lêpirsîna midûriyeta polîsan îro sewqî edliyê hat kirin. Turkan û Şahîn, piştî sewqî dadgehê hatin kirin bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" hatin girtin û şandin girtîgehê.

STENBOL

Li parkek a ser rêya Sekiz Evler a Taxa Gazi ya navçeya Sultangazi ya Stenbolê Selda Karataş hat binçavkirin. Nehat zanîn ku Selda bi ku de birine.

(zt)