ROJEVA 11'Ê COTMEHÊ YA NAVENDA JINHA'YÊ
09:00
*Jinên Rojava yên ku di ferqa berdêlên azadiyê dene, zarokên xwe di oxira azadiyê de rêwî dikin û berpirsyariya jiyanê tev hildidin ser milên xwe.
*Bi nêzbûna werza zivistanê re jinên Şengalê qala pêdiviyên xwe ya lezgîn kirin û wiha got: "PDK'ê ambargo daniye ser me. Konên me ji ber sê sale em bi kar tînin, li ber tavê riziyaye. Êdî sare zarokên me nexweş dikevin."
*Yek ji saziyên herî girîng a jinan Weqfa Jina Azade. Jinên ku pêşengiya perwerdê û pêşxistina projeyên jinan dikin, têkîdarê xebatê du salan de nêrînên xwe parvekirin.
* Li Şirnexê bi destpêkirina qedexeya derketina derve re zext û şîdeta li ser girtiyên jin yên Tîpa T zêde bûn. Parêzer Buşra Demîr binpêkirinên mafan anî ziman û got: "Di koxuşa jinan de pirsgirêkên cidî tên jiyîn. Ji bo pêşî li vê bê girtin divê her kes rabe ser piyan."
*Têlkdarî li Mîdyatê bi karkeriya Suryaniyan vîtrinan dixemilîne. Jina Kurd Fatma Akpinar ku bi çanda Suryanî dîrokê li zîv nexş dikebi motîfên çêdike têlkarî û vê çandê dimeşîne.
*Di nava televîzyonên ku AKP'ê bi KHK'yan girt de Zarok TV jî hebû. Zarokan daxwaz kirin ku televîzyona wan şûnde bê û gotin: "Me bi zimanê xwe xêze fîlm temaşe dikir. Dema me temaşe dikir em kêfxweş bûn."
*Dîlana ku xwest bibe sporîst ji ber rolên zayenda civakî rastî zextan hat û gelek astengî ji holê rakir û bû kaptana Tîma Voleybolê ya Jinan a Amedsporê.
* Derhêner Ayşe Polat ku bi fîlmên xwe gelek xelat girt, bi belgefîlma xwe ya 'Yên din' tevlî 3'emîn Festîvala Fîlman a Axtamara bû. derhênera Kurd Elewî Ayşe ku ji ber zextan koçî Elmanyayê kir di fîlmên xwe de jî tiştên li ser erdnîgariya Kurdistanê tên jiyîn vedibêje.
*Li girtîgehan binpêkirinên mafan êdî sînor bezandine û vê bandor li ser xizmên girtiyan jî kiriye. Suheyla Înan ku slaa borî çû hevdîtina birayê xwe di dema lêgerînê de rastî taciz û heqereta gardiyanan hat. Di doza hat vekirin de ew bû gûmanbar. Suheylayê diyar kir kul i şûna ew dozê vebike, gardiyanan vekiriye û got helwesta dadgehê jî ligel gardiyanane.