Jinên Rojava di ferqa erkên şoreşê de ne
09:01
Ronîda Hacî /JINHA
TIL TEMIR- Jinên Rojava yên ku di ferqa berdêlên azadiyê dene, zarokên xwe di oxira azadiyê de rêwî dikin û berpirsyariya jiyanê tev hildidin ser milên xwe.
Di şoreşa rojavayê Kurdistanê de, hêmayê herî sereke ya ku pêşengiya berdêlên azadiyê dide û hildide ser milên xwe jin û dayikin. Dayik di ferqa erkên xwe yên demê de ne, hem zarokên xwe ber bi berxwedanê ve rêwî dikin, hem jî di şertên zehmet ên ambargoya ku dewleta Tirkiyeyê û PDK'ê bi aweyek hevbeş daniye ser herêmê, ew malbatên xwe xwedî dikin û hewl didin bandora van êrîşan têk bibin.
'Dayik fedakariyek mezin dike'
Dayika bi navê Zubeyede Sedo qala rola dayiktiyê kir û wiha got: "Dayik di her şert û mercê de li zarokên xwe, li civaka xwe difikire. Pir fedakariyan dike, xwe ji pir tiştan mehrûm dike ku zarokên xwe xwedî bike. Perwerdeya zarokan jî ji dayikê tê xwestin. Mînak di şerê li Til Temir a sala 2015'an de çeteyan her der wêran dikirin. Lê min nikarîbû dev ji bajarê xwe berdim û biçim. Ji ber zarokên min di eniyên şer de bûn. Min jî ji wan re xwarin çêdikir. Ez di malekê de bûm ku gule wek baranê bi ser me de dibarandin. Em wek dayikên şoreşê hem zarokên xwe xwedî dikin, hem jî alîkariyê didin şervanan û her wiha em xebatên rêxistinkirina civakê dikin."
'Malbatên şehîdan malbatên şoreşê ne'
Zubeydeyê anî ziman ku kurê wê Xemgîn Seydo di berxwedana li hember çeteyan de, di 23'ê sibata 2015'an de li gundê Xêbiş yê girêdayî bajarê Til Temirê jiyana xwe ji dest daye û wiha domand: "Beriya ku Xemgîn şehîd bibe, min hîs kir tiştek pê hatiye. Hemû dayik dema ku zarokaên wan biêşe, pê hîs dikin. Di şerê li bajarê Til Temir de ji malbata me 20 kes şehîd bûn. Lê me tucar dest ji vê têkoşînê ber neda. Em bi şehadeta zarokên xwe serbilind in. Em wan ber bi berxwedaniyê ve birê dikin. Şoreş berdêlên giran dixwaze. Em bi şehîdên xwe xurt dibin. Rojava bi saya şehîdan azad e. Welatê me pir giranbuha ye. Ji ber wê bedelên giran têne dayîn. Em ê heya dawiyê jî di rêya van şehîdan de ji bo şoreşa xwe liberxwe bidin. Ez ji hemû malbatên şehîdan dixwazim ku hîna bêtir ji şoreşê re bibin alîkar. Xwe çalektir bikin. Ji ber ew malbatên şoreşê ne."
'Dayik ji bo ambargoyê bişkênin her karekê dikin'
Dayika bi navê Gulperîn Şêxmûs ku keça wê Mizgîn Ferhan di berxwedana li hember çeteyan de di 23'ê sibata 2015'an de li gundê Xêbiş yê girêdayî bajarêTil Temir jiyana xwe ji dest daye wiha axivî: "Dayik birastî kedeke mezin didin. Ji bo zarokên xwe xwedî bikin, wan bikin mirovên kêrhatî diwestin û xwîdan dirijin. Keça min jî di vê rêyê de şehîd bû. Em jî hem têdikoşin ku rêya şehîdên xwe bidomîn in, hem jî di rewşa ambargoyê de em dayik di her karekê de cih digrin. Ji bo em vê bandorê bişkênin. Çandinî, tiştên hewce ji bo jiyanê, xwedîkirina sewalan, çêkirina nan û hwd. tev ji hêla dayikan ve tê kirin. Ji ber dayik jiyanê diafirîne."
Gulperîn di dawiya axaftina xwe de ji hemû malbatên şervanên di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane re sersaxî xwest û ev tişt got: "Divê malbatên şehîdan xwe berpirsyartir bibînin û li pêşiya herkesê ji şoreşê re pêşengtî bikin."
(en/rc)