Jinên Şengalê banga piştevaniyê kirin
09:03
Ahlam Hecî-Delîla Axîn/JINHA
ŞENGAL- Bi nêzbûna werza zivistanê re jinên Şengalê qala pêdiviyên xwe ya lezgîn kirin û wiha got: "PDK'ê ambargo daniye ser me. Konên me ji ber sê sale em bi kar tînin, li ber tavê riziyaye. Êdî sare zarokên me nexweş dikevin."
Hemû têkiliyên bi 10 hezaran Êzidiyên ku niha li Çiyayê Şengalê dijîn bi cîhana derve re qut bûye. Gelê Şengalê ku şert û mercên zivistanê di konên xerabe de derbas dikin û banga piştevaniya lezgîn kirin. Jina bi navê Mayan Alî diyar kir ku, zivistana çiyayê Şengalê gelek dijwar derbas dibe û ji ber wê niha de dest bi amedekariyên xwe dikin.
'Li van çiyan zivistanê jiyankirin ne hêsane'
Mayanê anî ziman ku ji ber sê sale bê navber heman konan dixebitinînin tev kevin bûne û qetiyane û wiha got: "Ji xwe li ser me ambargo heye. PDK'ê nahêlin tişt derbas bibin. Nahêlin gaz û mazot werin. Ji xwe em di çadiran de ne ku gaz û mazot nebin ev dibe sedema ku em pir zehmetî jiyan bikin. Wek gelê êzidî me gelek zehametî dîtine em hina ji wan zehmetiyan jiyan din. Em bang piştevaniyê dikin, li van çiyan zivistanê jiyan kirin ne hêsane. Di hemû aliyan de pêwistiya me bi alikarî heye.
'Ji serma zarokên me nexweş dikevin'
Roza Hemo jî da zanîn ku bi hatina demsala zivistanê zarok tev nexweş dikevin di wan konên kevin de û wiha axivî: "Zarokên me nexweş dikevin, ji ber kon qetiyane û av dikeve hundir. Ev yek dibe sedema rê li pêşiya nexweşiyan veke. Zivistana vir dijware. Ji xwe ava me di tangande tê, ava me dibe cemad. Ev dibe sedem ku em zivistanê ji nikarin serê zarokan bi dilê xwe bişon. Ji roja fermanê heya niha em li çiya debara xwe dikin. Ez û zarokê xwe bi tanê ne, konek me tenê heye ew ji qetiyaye. Ligel hemû zor û zahmeta em ê dev ji çiyayên xwe bernedin. Em bang li hemu kesê xêrxwaz dikin ku bi mere bibin alikar. Ji ber em zivistanê li vir gelek zehmetiyan jiyan dikin."
'Jin jî li ber şert û mercên zivistanê zehmetî dijî'
Zeytûn Azêr jî bi lêv kir ku herî zêde şert û mercên zivistanê zarokan bandor dike û wiha pêl da gotina xwe: "Zarok heya diçin dibistana xwe nexweş dikevin ji ber bayê vir hişke û hariya xwe pire. Ji ber cilên wan yên qalind nîne ev dibe sedem ku zarok nexweş bikevin. Em wek jin ji gelek zehmetiyan jiyan dikin. Ji ber em nanê xwe derve li tenurê didin, em li ber baranê şil dibin û dicemidin, ev yek dibe sedem ku em nexweş bikevin. Ji xwe berî zivistanê em diçin cihên bilind ji xwe re daran tinîn. Ji bo agirê zivistanê û em pêdeviyên xwe yê jiyanê pêk binin. Piştî şer gelek welatî vegeriyan vir, hêjmara me zêde bûne û pêdiviyên me yên jiyanê lezgîne."
'Pariyek nanê tisî li ser axa xwe xarin bedelî hemû tiştiye'
Kaso Raşo jî da zanîn ku ew bi hatina zivistanê re li xwe heyirîne û wiha got: "Pêdiviyên me ya sereke kone. Bi teybet pêdeviyê zarokan bi cilên situr hene, sobe û bateni pêwîstin. Ji ber em di konan de jiyan dikin bayê vir jî pire ev yek dibe sedem ku sobe bikevin agir bigire konan. Ev yek rê li pêşiya mirinê mirovan vedike em li vir gelek zehmetiyan jiyan dikin. Em bang li hemû kesên me yên Êzidî dikim ên ku çûne derve bila vegerin li ser axa xwe jiyan bikin. Dibe zehmetiyên xwe pir bin lê bawer bikin pariyak nanê tisî li ser axa xwe xarin bedelî hemu tiştiye. Ez bang dikim çi kesê ku derfetê wan hebe bila bi mere bibin alikar."
(rc)