'Li dijî pêkanînên li girtîgeha Şirnexê divê bikevin tevgerê'
09:04
JINHA
ŞIRNEX- Li Şirnexê bi destpêkirina qedexeya derketina derve re zext û şîdeta li ser girtiyên jin yên Tîpa T zêde bûn. Parêzer Buşra Demîr binpêkirinên mafan anî ziman û got: "Di koxuşa jinan de pirsgirêkên cidî tên jiyîn. Ji bo pêşî li vê bê girtin divê her kes rabe ser piyan."
Li Şirnexê piştî qedexeyên derketina derve destpêkirin, zextên li ser girtiyên jin yên Tîpa T ya Şirnexê jî zêde bûn. Hat diyar kirin ku ji roja qedexe hatiye destpêkirin heta niha girtiyan bi malbatan re nekarî hevdîtinê bikin û girtiyan li dijî qedexeya derketina derve, pêkanînên li girtîgehan dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kirin.Ji ber pêkanînan di 28'ê îlonê de serhildan derketiye û di koxuşa zarokan de agir derketibû û du zarokan jiyana xwe ji dest dabû.
Bi taybet jî li ser girtiyên jin û zarokan bi OHAL'ê re zext zêde bûne. Parêzera ÎHD'ê Buşra Demîr wiha got: "Girtigehên Tirkiyeyê bi tena serê xwe pirsgirêkên. Lê li Şirnexê bi îlankirina qedexeyan ya 14'ê Adara 2016'an re zextên li esr girtiyan zêde bûne. Piştî qedexeyê me 2.5-3 mehan nekarî bi girtiyan re têkevin têkiliyê. Malbatan nekarî biçin hevdîtinan."
'Jinên girtî nabin revîrê'
Buşrayê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku rêveberiya girtîgehê herî zêde li ser girtiyên jin zextan pêk tîne û got: "Hewcedariyên taybet yên jinan hene. Di wan deman de jin zehmetiyan dikişînin. Berdevkên wan bi rêveberiya girtîgehê re ketine têkiliyê. Piranî girtiyên jin nexweşin. Mesele divê biçin revîrê lê mehekê, mehek û nîvê didin sekinandin. Birina nexweşxaneyê jî qedexeyê dikin hincet."
'Divê pêşî li van pêkanînên faşîzane bê girtin'
Buşrayê bi lêv kir ku koxuşên ji 14 kesî pêk tê bi surgunan re ketiye 8'an û wiha pê de çû: "Hefteya borî min girtiyên jin re hevdîtin kir. Hevalên jin ji ber wêneyekê rojnameyê li odeya xwe daliqandine rastî 11 roj cezayê hucreyê hatine. Ev pêkanînek kêfiye. Şertên wan yên zehmet, dijwartir dikin. Divê em bibin dengê girtiyên siyasî. Divê em pirsgirêkên wan bînin ziman û dozên wan bişopînin. Divê dawî li van pêkanînên faşîzan bê dayîn."
Her wiha Buşrayê anî ziman ku piştî operasyonên FETO'yê kapasîteya girtîgehan hatiye derbaskirin û 400-500 kes di bin navê operasyona FETO de şandine girtîgeha Şirnexê. Buşrayê got koxuşên ku 14 kesî digirin derxistine 20 kesî.
Buşrayê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Berdevkên zarokan jî hatin surgunkirin. Ji ber vê em agahiyê ji koxuşa zarokan nagirin.Piştî van bûyeran li girtîgehê zarokên bi navê Seyît Riza Saran û Cegerxwîn Akdenîz jiyana xwe ji dest dan. Ji ber vê 190 girtî ketin grevê birçîbûnê. 0
(ai/hu)