Li Rojava 'Gundê Jina' tê avakirin
09:06
Civîn Girbawî-Aya Hejar/JINHA
QAMIŞLO - Yek ji saziyên herî girîng a jinan Weqfa Jina Azade. Jinên ku pêşengiya perwerdê û pêşxistina projeyên jinan dikin, têkîdarê xebatê du salan de nêrînên xwe parvekirin.
Weqfa Jina Azad a bajarê Qamişlo ya Kantona Cizîrê, di 5'ê îlona 2014'an de bi armanca perwerdekirin û pêşxistina jinan ji aliyên civakî, çandî û ramanî ve hat vekirin. Rêveber û endamên Weqfa Jina Azad, têkîldarê xebat û projeyên ku di nava du salan de pêşxistine ji ajansa JINHA'yê re parvekirin.
Di gelek mijaran de lêkolîn pêk anîne
Rêvebera Weqfa Jina Azad ya bajarê Qamişlo Axîn Amed diyar kir ku, weqfa jinê perçeyek xebatên ji nû ve avakirinê ye û wiha got: "Niha li Rojava pir rêxistin û dezgehên taybet ên jinê wek Mala Jinê, Rêxistina Sara, Meclîsa Jinê, Kongreya Star û hwd. hene. Lê pêdivî hebû ku saziyeke sivîl ya ku ji bo jinan projeyan pêşdixîne jî hebûya. Li ser vê bingehê hem derbarê rol û mîsyona weqfan de me lêkolîn pêk anî hem jî me nêrîna gel girt û anketek ji bo vekirina weqfê pêk anî. Di çerçoveyê ankêtê de bi vekirina weqfê re xebatên tendûristî, aborî, raghandin, arşîv, perwerde û komîteyek ku li ser danasîna maf û zagonên jinê me bi
rêxistin kir.
Li Efrînê şaxek nû hat vekirin
Axînê da zanîn ku li kantona Efrînê îsal şaxek nû hatiye vekirin û got ku ev şax xebatê ji bo jin û zarokan pêk tîne. Axînê raghand ku şaxa weqfê ya ku li Efrînê vebûye wê rewşa jinên wir bişopîne û li gor wê proje pêş bixîne û wiha pêde çû: "Li Kantona Kobanê me weqfa xwe avanekiriye. Lê di encama lêkolînên me de derkete holê ku hin rewşên xweser ji ber bandor şer hene. Mînak 879 zarok sêwî mane. Me jî li wir projeyek ya vekirina akademî û baxçeyên zarokan pêşxist. Her wiha li bajarê Qamişlo 5 û li bajarê Dêrikê jî 1 baxçeyên zarokan me di çerçoveyê xebatê de pêk anî. Niha jî nêzî 70'î zarok cihên xwe li wir digrin. Li van navendan mamosteyên taybet hene û ligel zarokan mijûl dibin û wan perwerde dikin. Her wiha me navenda tendûrstiyê li bajarê Serê Kaniyê avakiriye û bi giştî xizmeta niştecihên gundan dikin. Li vir jî bijîşkên pispor cih digrin."
'Perwerdehiya tendûristiyê tê dayîn'
Axînê anî ziman ku li bajarê Qamişlo wan perwerdehiya mudaxeleyê destpêkê ya tendûristiyê ji bo jinan dane destpêkirin û got ku, wan heya niha 13 dewreyê perwerdehiya tendûristiyê dane û wiha pêl da axaftina xwe: "Di warê çand û hunerê ji bo pêşketina zarokan jî me qûrsên tenbûrê daye destpêkirin. Ev xebat li ser dexwaza malbatê zarokan destpê kir. Di heman demê de me qûrsên kompîturê jî daye destpêkirin.
Şaxa me ya li bajarê Dêrikê piranî bi xebatên dayîna semîner, perwerde û hwd. pêkk tîne. Li wir xebatên dîplomatîk yên ji bo kesên ji derve tên jî tê kirin û em hewl didin pêdiviyan penaberan jî pêşwazî bikin. Me xwe li kampên Roj û Newrozê ya penaberan xwe bi rêxistin kiriye."
Axînê bi lêv kir ku, ew li Kampa Penaberan ya Newrozê kursên dirûnê, xebatên şêwirmendiya derûnî û herwiha tendûrustiyê dane destpêkirin û wiha dirêjî da gotina xwe: "Encamên girîng jî têne girtin. Jin hêdî hêdî bandora komkujiya Şengalê bi ser xwe daivêjin û ew qalibên civakî yên muhafezekar jî derbas dikin. Baweriya wan li hember hêza xwe mezin dibe. Li kampa Roj a ku penahberên Iraqê yên ereb li wir dijîn, şopa êrîşên çeteyan û texrîbatên wê têne dîtin, me jî hewl da bi kursên ziman, kursên tendûrustî û yên dirûnê jinan ji wê atmosfere derxin. Alîkariyên ji derve tên jî bi rêya buroyên me yên li kampan têne belavkirin.Buroyên Weqfa Jina Azad li kampên penahberan bi meclîsên jinê û meclîsa gel re jî di nav têkîlî de ne û wiha xebatên xwe dimeşîn in."
'Emê gundeke jinan ava bikin'
Axînê bal kişand ku amedekariya avakirina gundek heye û wiha axivî: "Di projeya me ya sala nû de avakirina gundek ya jinan heye. Divê jin xwedî li vî gundî derkevin. Di vî gundî de dê jin bijîn, kar bikin û jiyaneke alternatîf a civakî û aborî bidin avakirin. Herwiha projeya me ya çêkirina parkekê bi navê jinê heye. Li Kantona Kobanê jî em ê projeya ji bo xwedîkirina zarokên sêwî bi dawî bikin. Xebatên me yên ji bo kooperatîfa jinê dê berdewam bike. Di vir de jiyana komînal esas e û em jî piştgirî didinê. Dîsa em ê hewl bidin bi rêxistinên derveyî welat re jî têkîliyên xwe xurtir bikin, ji bo ku piştgirî bidin projeyên me."
'Em zarokan ji pêşerojê re amade dikin'
Rêvebera Weqfa Jina Azad Hena Elî ku bi xebatên perwerdeya zarokan re mijûl dibe wiha got: "Li taxên Qenat Siwês, Enteriyê, Qudûrbeg, Kornîş û Xerbiyê, herwiha li bajarê Dêrikê jî bexçeyên me yên zarokan heye. Siharê werzîş tê kirin, paşê zarok perwerdeya zimanê kurdî dibînin. Herwiha ji bo fêrbûna çanda kurdî, danûstendin û hwd. perwerde dibînin. Em wiha dixwazin zarokên xwe ji êşên giran ên civakî biparêzin û ji pêşerojê amade bikin."
'Em hewl didin xizmeteke baş ji civakê û jinan re bikin'
Rêvebera Bexçeyê Zarokan a Taxa Xerbiyê ya bajarê Qamişlo Bûşra Yûsif jî ev tişt got: "Bexçeyên me ji siharê seat 07.30'an vedibe û heya seat 12'an didome. Em li vir wan fêrî hejmarênkurdî, Tîpên kurdî, lîstok, çîrok, werzîş û hwd. dikin. Di dawiyê de em xwarina wan didinê û wan rêdikin malê. Pir dayik hene ji ber kar dikin, zarokên xwe dîtin ba me û em bi wan re mijûl dibin."
Rêvebera Ocaxa Tendûrustiyê ya bajarê Qamişlo Besna Yûsiv jî got: "Ev ocax 7 mehe hatiye vekirin. Li vir bijîşkê jinê, bijîşkê zarokan, bijîşkên dil, tansiyon û nexweşiyên hundirîn hene. Em bi Weqfa Jina Azad re hevkar xebat dimeşînin. Her meh civînên me çêdibin û em agahî didin wan. Alîkariyên wek şîrê zarokan û derman jî ji me re tînin. Wiha jî em hewl didin xebatên tendûrustiyê bimeşînin û xizmeteke baş ji bo jinan û civakê bikin."
(en/rc)