Rojnamegerên jin:Em ê her tim bibin dengê rast ê gel

09:43

JINHA

AMED-Piştî ku tv’yên kurdî hatin girtin û reşkirin şûnde bertekên li hemberî girtina tv’yan zêde dibin. Rojnamegerên jin yên ku dest bi çalakiya rûniştinê kirin nêrazîbûnên xwe nişanî dewletê dan û gotin ku ew ê dev ji parvekirina rastiyan bernedin.

Li tirkiyê rewşa awarte hatîye îlan kirin şûnde zext û êrîşên li ser çapemeniya azad zêde bûn hikumetê bi girtin û reşkirina gelek tv’yên kurdî rewşa awarte xiste devre yê. Li Amedê rojnameger û xebatkarên tv’yan ji bo ku, êrîş û zextên li ser çapemeniya azad şermezar bikin dê 3 rojan bê navber çalakiya rûnîştinê pêk bînîn. Jinên rojnameger yên ku, ketine çalakiya rûnîştinê dan xuya kirin ku, ewê heya dawiyê berxwe bidin.

‘Em tu carî dev ji mikrofon û wênekêşên xwe bernadin’

Nûçegihana IMC’ê Emgîhan Gulmez da zanîn ku ew çalakiyên xwe ji bo ku êrişên li ser çapemeniya azad bên sekinandin pêk tînin û wiha axivi; “Dibe ku tv’yên me hatibin girtin lê em tu carî dev ji wênekêş û mîkrofonên xwe bernadîn. Em ê bi her awayi bi gelê xwe re rastiyan parve bikîn astengîyên dewletê nikarin me bidin sekinandin. Ji 15 tirmehê û şûnde darbeya sivîl li çapemeniyê hat kirin. Lê me di şeva darbeyê de nûçeyên li hemberî darbeyê çêkirin. Lê darbe li ser rojnamger û çapemeniya kurd pêk hat em dixwazîn ku êrîş, girtin û binçavkirinên li ser çapemeniya azad bi dawî bibin. Em ê heya 3 rojan çalakiya xwe berdewam bikîn û em dixwazîn ku hemû rojnameger piştgiriyê bidin me.”

‘Armanc qutkirina dengê gel e’

Rojnameger Kadriye Uçar jî bi lêv kir ku van êrişan nû dest pê nekirîne û wiha dirêjî da axiftina xwe;”Bi taybetî di rojên dawî de êrişên li ser çapemeniyê zêde bûn. Ji ber ku tv’yên me bi rexnekirina dewletê re rastî parve dikirin û bi vî awayi weşan dikirin. Ji ber vê jî ji aliyê hikumetê ve hatin girtin. armancadiyar e. Dixwazin ku çapemeniya kurd û çapemeniya elewiyan bêdeng bikin. Weşanên ku rastiyan vedibêjin digirin lê lê tv’yên fermî ku li gorî zîhniyeta dewletê tevdigerin nagirin. Di vê çalakiya me de tenê xebatkarên çapemeniyê yên ku tv’yên wan hatine girtin cih nagirin rojnamegerên muxalîf yên din jî cih digirin û em niha ne tene ji bo ku tv’yên me hatine girtin di çalakiyê de ne. Em ji ber armanca dewletê ya bêdengkirina çapemeniyê di çalakiyê de ne. Em bang dikîn ku herkes piştgiriyê bide çalakiya me.”

‘Ev êrîş ji ber netehemmulkirina zimanê kurdî bû’

Rojnamegera Wan tv’yê Hûlya Emeç jî da xuyakirin ku ew ê çalakiyên bi bandortir pêk bînin û wiha got:”Em ji bo ku politikaya êriş û girtinan şermezar bikîn niha di çalakiyê de ne. Hêza me heye ku em van êrişên li ser çapemeniyê bidîn sekinandin. Li Amedê rewşa awarte di her qadên jiyanê de xwe dide hîskirin. Nehiştina wan ya ku em li derve çalakiya xwe pêk bînin jî îspata vê ye. Dibe îro em çalakiya xwe di nav 4 diwaran de pêk tînîn. Lê em ê li kolanan çalakiyên xwe bilintir bikîn û bi hêztir bikîn. Kilid avêtin dengê gel em dixwazîn ku gel li dengê xwe xwedî derbikeve. Niha tv’ya me ya heremî girtî ye lê ev êriş ne tehemullkirina li dijî zimanê kurdî bû.”

‘Em bang dikîn ku gel xwedî li dengê rastiyê derkeve’

Nûçegihana Hayat tv’yê Serpîl Berk jî ani ziman ku hikumetê bi îlankirina OHAL’ê re darbe hemberî pêk anî û wiha pê de çû;”Hikumetê digot em rewşa awarte ji bo ewlehiya gel didominîn lê niha em dinêrîn ku rewşa awrte ya li tirkiyeyê hatiye îlankirin şûnde ewlehiya gel nema ye. Bi girtina tv’yan gel ji rastiyan dûr dixin. Bi zagonên KHK’ê meclis tune hat hesibandin û bi girtina tv’yan jî dixwazin rastiyan veşêrin ku êrişên li ser kedkaran li ser civak û xebatkaran yên ku zêde dibin veşêrin. Hikumet dixwaze ku çapemeniyê bixe bin kontrola xwe. Lê em tu car vê qebûl nakîn û em bang li gel dikîn ku xwedî li deng û rastiyên xwe derbikeve.”

(zyd-şa/mk)