Li Til Temirê sînevîzyona 'Dîroka Ji Agir' hat temaşekirin

09:44

JINHA

TIL TEMIR- Li bajarê Til Temirê Baskê Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk, bi mebesta 9'ê Cotmehê sînevizyonek da temaşe kirin.

Baskê Ciwanên Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) di 18'emîn salvegera komploya 9'ê Cotmehê ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan sînevîzyona bi rojeva komployê dan temaşe kirin. Endam û rêvebirên sazî û navendên bajêr jî tevlî bûn. Herwiha şervanên YPG jî amade bûn. Sînevîzyon li Navenda Saziya Malbatên Şehîdan ya bajêr hat pêşkêşkirin. Piştî deqeyekê rêzgirtinê, rêveberê Baskê Ciwanên PYD'ê Fewaz Seydo komplo şermezar kir û wiha got: "Tê zanîn ev demeke dirêje komplo li ser Rêber Apo tê meşandin, ji ber vê yekê pêwîste mirov armanca vê komployê bizanibe û divê mirov bizanibe têkoşîneke çawa bide meşandin. Ev komplo bi berxwedanî û xurtkirina têkoşînê dê têk biçe."

Piştî axaftina Fewaz Seydo sînevîzyona bi navê "Dîroka Ji Agir" hat tamaşekirin û di dawiyê de bi dirûşmeya "Bê serok Apo jiyan nabe" ciwan belav bûn.

(sş/en/rc)