Hevserok Şermîn Karakoç hat binçavkirin
11:36
JINHA
BEDLÎS – Hevseroka bajaroka Pirxusê ya Bedlîsê Şermîn Karakoç hat binçavkirin. Her wiha li Dêrsimê jî bi ser gelek malan de hat girtin
Duh êvarê hevseroka bajaroka Pirxûsê ya Bedlîsê Pervîn Karakoç li ber mala xwe hat binçavkirin. Pervîn a ku hat binçavkirin birin Muduryeta Polîsan a bajar. Parêzerên Pervîn yên ku ji bo sedema girtina wê hîn bibin çûn muduryeta polîsan, ji ber biryara veşartinê ya li ser dosyayê nehatin agahdarkirin.
Li Dêrsimê serdegirtina malan
Li Dêrsimê di saetên serê sibehê de ji laiyê polîsên TEM’ê û leşkeran ve bi ser gelek malan de hat girtin. Serdegirtin li ser mala hevseroka berê ya Dêrsimê Edîbe Şahîn û alîkarên hevserokan Îbrahîm Kasum û Huseyîn Tunç, Serokê bajar ê Dêrsimê Mustafa Taşkale, Seeroka DBP’ê ya bajar a kevin Leyla Akyildiz, nuçegîhanê DÎHA’yê Ferît Demîr, Rebera Bajar Necla Kiliç û li amala rêveberê DBP’ê yê kevin lêgerîn hat kirin.
Di encma serdegirtn û lêgerîna ku hat kirn de hat diyarkirin de tu kes nehat girtin.
(ekip/gc)