Meclîsa Jinên Ciwan a Hesekê hat damezrandin

11:56

JINHA

HESEKÊ- Meclisa Jinên Ciwan a bajarê Hesekê bi civînekê hat damezirandin û komîteyên girêdayî meclîsê jî hatin hilbijartin.

Tevgera Jinên Ciwan ji bo meclîsên bajêran werin damezirandin civînan li dar dixîne. Bi vê mebestê Meclîsa Jinên Ciwan a bajarê Hesekê ya Kantona Cizîrê bi civînekê ku endamên Tevgerê amade bûn hat hilbijartin. Civîn li Navenda TJC'ê ya bajêr hate lidarxisitn.

Civîn bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê Rêvebera TJC'ê Albîn Hesekê li ser girîngiya meclîsa jinên ciwan axivî û wiha got: "Divê tevahî jinên ciwan piştgirî bidin Meclîsa xwe. Em ê Komîteyên xwe saz bikin û bi rêya wan jî xebatên xwe yên rêxistinî bimeşîn in."

Piştre jî 6 komîteyan berpirsyar hatin hilbijartin. Ev berpirsên komîteyan jî wek endamên Meclîsa Jinên Ciwan dê xebat bimeşînin. Hacer Ehmed wek kordînasyona Meclîsê, Peyman Salîh berpirsa Komîteya Parastinê, Medya Şêxo berpirsa Komîteya Lihevkirinê, Menar Ebûş berpirsa Komîteya Çand û Huner, Zîlan Îslmaîl berpirsa Komîteya Werzîşê û Hêlîn Ehmed jî wek berpirsa Komîteya Ragihandinê hatin hilbijartin. Ji van rêveberan re serkeftin hate xwestin û civîn bi dirûşmeya "Jin, Jiyan, Azadî' bi dawî bû.

(ee-ls/en/rc)