Çalakiya nobeta azadiya çapemeniyê di roja 2’an dene
13:08
JINHA
AMED – Çalakiya runiştinê ya xebatkarên çapemeniyê di roja 2’an de berdewam dike.
Xebatkarên televizyon û radyoyên bi biriyara KHK’ê hatin girtin duh bi daxuyaniyekê dest bi çalakiya runiştinê kirin. Di saetên serê sibê de çalaki ji aliyê Kurt-PEN, Komeleya Nivîskarên Kurd, hunermend û rojnamegeran ve hat ziyaret kirin.
Endama Komeleya Nivîskarên Kurd Yildiz Çakar diyar kir ku weke rojnamegerek kevin ew dizane di kijan şertên zor de rojnameger pîşeyê xwe berdewam dikin û got: “Em ê her dem li gel we bin. Êrîşên ser çapemeniya dengê civakê ye tucar nayê pejirandin. Dê berxwedana me berdewam bike.”
Çalakiya runiştinê bi ziyaretan berdewam dike.
(bc/zt)