Di serdegirtina malan de 2 kes hatin qetilkirin

13:22

JINHA

ŞIRNEX - Li Cizîrê serê sibê polîsan bi ser malekê de girt. Hat îdiakirin ku 2 kesên di malê de ji bo ku nekevin destê polîsan bombe bi ser xwe de teqandin û jiyana xwe ji dest dan.

Li taxa Dagkapi ya navçeya Cizîra Şirnexê polîsan di saetên serê sibê de bi ser malekê de girtin. Hat îdeakirin ku piştî serdegirtina polîsan 2 kesên ku nasnameyên wan nehat zanîn ji bo ku nekevin destê polîsan bombe ser xwe teqandin û jiyana xwe ji dest dan.

Piştî buyerê polîsan xwediyên malê Fatma Tag, Abid Tag, Muhamet Tag û cîranên wan Abdurahîm Budak û Mehmet Budak binçav kirin.

Hat hînbûn ku herdu cenaze rakirine Nexweşxaneya Dewletê a Cizîrê.

(aı/zt)