Li dijî binçavkirinan li ber DBP’ê çalakiya rûniştinê dest pê kir
15:24
JINHA
AMED – Li dijî binçavkirina Hevserok û rêveberên HDP û DBP’ê li ber avahiya HDP’ê çalakiya rûniştinê hat lidarxisitn.
Ji bo ku binçavkirina rêvber û hevserokên bajar û navçeyan ên HDP û DBP’ê pirotesto bikin girse li ber avahiya HDP’ê ya Amedê kom bû. Bi kombûna girseyê re jî ku di nav de Heseroka DTK’ê Lelyla Guven, Parlamentera HDP’ê Feleknas Ucal, Ziya Pîr, Sîbel Yîgîtalp, Îmam Taşçier, Endamên KJA’yê, Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û rêveberên HDP’ê jî hebûn, xwestin ku daxuyaniyê bidin çapemeniyê lê polîsan avahî dorpêç kir û bi hinceta ku OHAL heye destûr ji dayîna daxuyaniyê re nehat dayîn.
Piştî ku polîsan destûr neda daxuyanî bê dayîn girse li ber avahiyê dest bi çalakiya rûniştinê kir.
(be-bc/gc/mk)