Zeynep a ku 10 roj berê zewicanî hat qetilkirin

16:15

JINHA

RIHA – Zeynep Aksoylar a ku bi mehra dînî hatî zewicandin di mala wê de bi kêran hat qetilkirin.

Li navçeya Haliliyê ya Rihaye jina 18 salî Zeynep Aksoylar ku 10 roj berê hatibû zewicandin li mala bavê xwe kuştî hat dîtin. Hat zanîn ku Zeynep li mala bavê xwe kêrkirî kuştî hat dîtin.

Cenazeyê Zeynepê ji bo otopsiyê şandin Saziya Tipa Edlî. Pişti bûyerê der barê kuştina wê de lêpirsîn hat destpêkirin.

(zt)