Li Erdîşê jinek hat qetilkirin
16:22
Cotmeh
11
/ 2016
JINHA
WAN – Qirika Nurşen Padak a ku li Erdîşê jiyan dike jêkirî hat dîtin, hat îdiakirin ku întihar kiriye.
Li Gundê Kizilweran ê Navçeya Erdîşa Wanê jî jina 23 salî Nurşen Padak hat qetilkirin. Jina 23 salî Nurşen Padak li mala xwe qirika wê hat jêkirin û hat qetilkirin. Nurşen piştî kuştî hat dîtin yekîneyên tenduristiyê hatin cihê bûyerê û cenazeyê wê ji bo otopsiyê birin Nexweşxaneya dewletê ya Erdîşê. Piştî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.
(zt)