Di roja 10’emîn a Xemgînî – Şînê de li Gole Çetu çilar hatin pêxisitn

16:50

JINHA

DERSIM – Li Dêrsimê di roja Xemgînî – Şînê de jinan li Gola Çetu nedir belav kirin û çila pêxistin.

Bi minasebeta meha Xemgînî – Şînê jinên dêrsimî Gola Çetu ya ku ji bo elewiyan cihekî pîroz e ziyaret kirin. Jinên ku di pêşengiya Meclisa Jinê ya Şaredariya Dêrsimê de hatin gel hev di roja 10’emîn a meha Xemgînî – Şînê de çûn Gola Çetu. Li Gola Çetu jinên ku di nav wan de Hevsroka Şaredariya Dêrsimê Nurhayat Altun jî hebû, nedir belav kirin û çila pêxistin.

Hevserok Nurhayat Altun ya ku wateya Meha Xemgîn – Şînê vegot diyar kir ku roja Huseyîn şehîd ketiye ji bo wan qizilbaş û elewiyan girîng e û axaftina xwe wiha berdewam kir: “ Huseyîn li dijî tîbûn û birçîbûnê serî netewand. Ji ber ku em xwedî kevneşopiyeke bi vî awayî ne em ê jî li dijî zimê serî netewînin.”

Nurhayat got ku ew ji bo vê baweriyê bidin jiyîn li mekanê xizir li Gola Çeto hatine gel hev û ev tişt got: “Encama vê çi dibe bila bibe em jinên elewî em ê li mekanê Xizir vê bawriya xwe bidin jiyandin û ji zarok û neviyên xwe re ragihînin. Em ê nedirên xwe belav bikin û çilayên xe pêxin.”

Her wiha pitî ku axaftin bi dawî bûn jinan nedir belv kirn û çila pêxistin.

(fk/mk)