Li cihê lîstoka zarokan teqîn zarokekê jiyana xwe ji dest da
08:08
JINHA
COLEMÊRG – Li Geverê cihê lîstoka zarokan teqîn çêbû zarokekê jiyana xwe ji dest da 2 zarok jî birîndarin.
Li herêma Kanî Heydar a navçeya Geverê ya Colemêrgê, li qada lîstika zarokan teqîn pêk hat. Di teqînê de hat diyarkirin ku 3 zarok birîndar bûn. Zarokên ku perçeyê li nêzî Dibistana Vali Erdogan Gurbuz dîtin û di destê wan de teqîya birîndar bûn. Ji 3 zarokên birîndar Umut Ayvalik ê 10 sali jiyana xwe ji dest da. Piştî Umut jiyana xwe ji dest da, xizmên Umut ên li ber nexweşxaneyê ji ser hişên xwe çûn. Rewşa zarokê birîndar Hakan Ayvalik jî giran e. Rewa Havin Ayvalik jî ber bi başiyê ve diçe.
Polisan derdora nexweşxanê girtine, xizmên zarokan jî li ber nexweşxanê kombûne.
(zt)